Jinan nerazîbûn nîşanî cezayên îdamê yên li Îranê da

Jinên Iraqî û Êzidî cezayên îdamê yên ku dewleta Îranê li rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî û aktîvîst Şerîfe Muhammedî birî, şermezar kirin.

Duh li Bexdayê 3’yemîn Konferansa Jinên Iraqî ya bi boneya salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an bi pêşengtiya Rabîta Jinên Iraqê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Mûnazama Or a Çandê ya ji bo jin û zarokan, bi dirûşmeya ‘Bi têkoşîna hevgirtî li dijî qirkirina jinê bibe dengê xweparastinê’ li Bexda hat lidarxistin. Jinên Iraqî û Êzidî yên di konferansê de gelek mijarên girîng ên derbarê têkoşîna jinên Êzidî û Fermana 74’an de nîqaş kirin.

Piştî konferansê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî cezayê darvekirinê ku Îranê li dijî rojnamegera Kurd Pexşan Ezîzî û çalakvan Şerîfe Muhammedî birî, dan. Jinan di daxuyaniya xwe de bi dirûşmeya ‘Na ji darvekirinê re, erê ji jiyana azad re’ li dijî cezayên darvekirinê kampanyaya piştevaniyê ragihandin.

Daxuyanî ji aliyê Berpirsa Mûnazemeya Or ya çand a jin û zarokan Mûna El-Hîlalî ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Îran her dem jin û mirovên bêsûc bi darve dike. Em vê zihniyetê red dikin û şermezar dikin. Niha jî biryar derheqê Şerîfe Muhammedî û Pexşan Ezîzî de hatiye girtin û li ser girtiyekî din Werîşe Mûradî jî xeteriya wê heye. ”

Mûna El-Hîlalî banga li rêxistinên jina kir ku xwedî helwestekî tund bin li hember biryarên Îranê û wiha got: “Li ser navê jinên Iraqê em hikûmeta Îranê şermezar dikin û dibêjin bila Îran vê biryara xwe ya dûrî exlaqê mirovan û dûrî pîvanên mirovahiyê li ber çavan re derbaz bike. Di heman demê de biryara xwe ya darvekirina jinan û bi taybet jinên Kurd rawestîne. Bangawaziya me weke jinên Iraqî ji bo rêxistinên mafên jinan heye ku li hember vê biryara ne rewa xwedî helwestekê tund bin. Di dawiyê de em dibêjin ‘Na ji darvekirinê re, erê ji jiyana azad re.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ bidawî bû.