Tulay Hatîmogûllari: Dixwazin gelê Agiriyê feqîrtir bibe

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di çarçoveya hemleya “Nan û Edalet” de li Deriyê Sînor ê Gurbulakê ya navçeya Bazîd a Agiriyê daxuyaniyek da.

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û şandeya pê re di çarçoveya kampanyaya “Nan û Edaletê” de li Bazîd a Agiriyê ji hêla gel ve hat pêşwazîkirin.
 
Hatîmogûllari diyar kir ku yek ji bajarên ku herî zêde xizanî lê heye û ciwan koç dikin Agirî ye û wiha got: “Pêkanînên ku li gelek deverên Tirkiyeyê nînin li ji gelê me re rewa tê dîtin. Xercên deriyê sînoran ji 150 lîreyî bilind kirin 500 lîre yî. Mirovekî ku ji xwe re du kîloyên çayê dianîn li vir difirot û debara xwe dikir lê dewletê çav berda vê yekê û biha zêde kir. Yek ji pirsgirêka herî mezin a li vir jî barên derbasî aliyê Îranê dibin bi saetan li vir tên sekinandin. Dîsa destûr nayê dayîn ku tişt li vir bên gumrikkirin. Di bin navê pêkanînên Gumrikê yên Pisporî de berhemek bi mehan li depoyan tê sekinandin ji ber ku li vir kirariyên gumrikê nayên kirin.”
 
Hatîmogûllari anî ziman ku tu wijdan vê pêkanînê qebûl nakin û wiha domand: “Em gelek caran bûn şahid ku ji aliyê siyasî û civakî ve cihekarî li gelê Kurd tê kirin. Weke ku li bajarên me razemeniyê nakin, her wiha pêşî li sûdwergirtina ji deriyê sînor jî tê girtin. Mirovên dixwazin di vî derî de debara xwe bikin tên astengkirin. An ku bi taybetî dixwazin gelê Bazîd û Agiriyê xizan bikin. Ne pêkan e ku ev were qebûlkirin. Heke ev deriyê sînor ne li gorî standartan e çima dixebite? Ev pêkanîn ji bo ku gel bêtir feqîr bibe tên kirin. Ne em ne jî hevalên me yên ajokarên TIR’an vê qebûl nakin.”
 
Hatîmogûllari xwest ku pêkanînên li deriyê sînoran demildest bên bidawîkirin û wiha berdewam kir: “Îro li vir herkes ji van pêkanînan aciz e. Divê Pêkanîna Gumrikê ya Pisporî bê rakirin, derbasbûn bên hesankirin, xerca pulê bê rakirin. Ji bo welatiyên me yên bazirganiya sînor dikin divê pêkanîna kotayê bê rakirin. Em helwesta keyfî ya karmendan qebûl nakin. Dema li Mêrsînê tiryak derbas dibe TIR nayên sekinandin lê TIR’ên ku xurek û pêlîstokan tînin tên sekinandin. Em ê bi hev re li ber xwe bidin û bi hev re serbikevin.”
 
Hatîmogûllari, pişt re ji bo tev li civîna gel bibe dîsa derbasî navenda navçeyê bû.