Di nobeta li dijî desteserkirinê de xiyaneta PDK’ê hate şermezarkirin

Nobeta li Qada Şîşhaneyê ya li Beyoglû ya Stenbolê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê di roja 44’emîn de berdewam dike. Di nobetê de êrîşên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û xiyaneta PDK’ê hate şermezarkirin.

Nobeta ku Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê li Qada Şîşhaneyê ya li Beyoglû ya Stenbolê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê dane destpêkirin di roja 44’emîn de berdewam kir.  Ji bilî welatiyên ku her roj hejmara wan zêde dibin û tên bahev, rêveberên partiyên siyasî, sendîka, sazî û dezgehan tevlî çalakiyê bûn. Welatiyên ku yek bi yek ketin qadê tîşortên li ser “Qeyûm bicihime” li xwe kirin Di çalakiyê de pankarta “Taksîm Colemêrg ên me ne, ji 1’ê Gulanê re azadî, qeyûm bicihime” hate vekirin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Colemêrgê” “Em ê bi berxwedanê serbikevin”, “Her der Colemêrg her der berxwedan”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Qeyûm dê biçe em ê bimînin” hatin berzkirin.

Dayika Aştiyê Sabîha Bozan a di çalakiyê de axivî, diyar kir ku desthilata AKP’ê û MHP’ê vîna gelê Kurd nas nake û got: “Gelê Kurd tercîha xwe kir û vîna gel Mehmet Siddik Akiş hilbijart. Lê desthilata AKP’ê û MHP’ê vîna gelê Kurd nas nekir. Ne tenê di hilbijartinan de li tu qadan gelê Kurd nas nake.” 

Bozan bal kişand bi ser êrîşên dagirkeriyê yên bi hevkariya PDK’ê tên kirin û got: “Em ji vir di heman demê de bang li PDK’ê dikin. Di zûtirîn demê de dest ji xeta xwe ya xiyanetê berde.”

Endamê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Reşît Înce destnîşan kir ku gelê Kurd sed sal in li dijî faşîzmê têdikoşe û wiha got: “Kesên ku vîna gelê Kurd nas nakin em jî wan nas nakin. Desthilata AKP’ê û MHP’ê demokrasiyê manîpule dike.”

Înce, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê weke “dagirkerî” penase kir û helwesta PDK’ê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk weke “xayîn û xiyanetkar” penase kir. Înce, wiha domand: “PDK’ê êdî xet û rêya xwe xêz kiriye. PDK’ê di vê rêyê de xiyanet li gelê Kurd kiriye. Êdî ev aşkere û zelal e.”

Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bagcilarê Nûrten Varlikê jî axivî û wiha got: “Gelê Kurd û dostên wan qet di rûpelên reş ên dîrokê de cih negirtin. Her tim li dijî zalim û zordaran sekinîn. Di asta ku hatinê de êdî ti hêz nikarin me rawestînin. Ji ber ku em her tim li cem Roja xwe ne. Em li vir in ne 44 roj 44 sal jî derbas bibin em ê her tim li qadan bin. Çi dibe bila bibe em ê hêta dawiyê li ber xwe bidin.”