6 kesên li dawetekê li ber stranên Kurdî govend gerandin hatin binçavkirin

Li Bazîdê li dawetekê 6 kesên ku cilên herêmî li xwe kirin û li ber stranên Kurdî govend gerandin bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê” hatin binçavkirin.

Li navçeya Bazîd a Agiriyê duh bi şev polîsan di dema dawetê de bi ser eywaneke dawetê de girtin. Di serdegirtinê de xwediyê Eywana Dawetê Alî Boran, muzîsyen Şenol Aktar û birayê wî Onûr Aktar û kameraman Abdûllah Kebûde hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin piştî îfadeyên wan ên li midûriyeta polîsan di saetên serê sibê de hatin berdan. 

Li navçeyê di saetên serê sibê de jî bi ser malan de hate girtin. Di serdegirtina malan de Gokhan Rizaoglû, Seyyît Îbrahîm Yardimci, Okan Sekîrden û 2 welatiyên navên wan nehatin zanîn û ji Stenbolê jî Mûtlûcan Sekîrden bi komî 6 kes hatin binçavkirin. Ji kesên hatine binçavkirin ji ber beriya du hefteyan bi cilên herêmî tevlî dawetekê bûne û li ber stranan govend gerandine bi “propagandaya rêxistinê” hatin sûcdarkirin.