‘Dixwazin şaredarî xizmetê nekin û gel jî razî nebe’

Hevşaredara Dêrikê Songul Ozbahçecî diyar kir ku tedbîrên teserûfê tenê ji bo astengkirina karê şaredariyan e.

Wezîrê Xezîneyê Mehmet Şîmşek di çarçoveya bernameya ekonomiyê de 14’ê Gulana 2024’an giştînameya teserûfê eşkere kir. Giştîname di Resmî Gazete de hate weşandin. Ev yek giştînameya teserûfê nahêle rêveberiyên xwecihî xizmetê bikin. Piştî hilbijartinên 31’ê Adarê AKP û MHP’ê gelek şaredarî ji dest dan, lewma bi vê rêbazê hewl dide li pêşiya şaredariyên muxalefetê bibe asteng.

Hevşaredara navçeya Dêrik a Mêrdînê Songul Ozbahçecî ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku giştînameya teserûfê ji bo astengkirina xizmetên ji gel re, tê bikaranîn. Songul Ozbahçecî ragihand ku ji ber giştînameya teserûfê, ji şaredariyê re wesayît neanîne û ji ber vê giştînameyê jî nikarin wesayîtên bûne xurde bifiroşin.

NE DIKARIN WESAYÎTAN BIKIRIN, NE JÎ BIFIROŞIN

Hevşaredara navçeya Dêrikê Songul Ozbahçecî ev tişt bilêv kir: “Tedbîrên teserûfê hemû xebatan asteng dike. Herî dawî biryarek din jî derketibû. Car din nivîseke bi rengê ‘ji ber zêdehiya personelên şaredariyê, hûn ê li gorî tedbîrên teserûfê tevbigerin’ hat. Helbet ewane dibêjin, lê em ê li gorî vê yekê tevnegerin. Ji ber ku ne zêdehiya personel, kêmahiya me jî heye. Mesele têkildarî kirîna wesayîtan, em bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Gelek wesayîtên me yên bûne xurde hene, lê ji ber tedbîrên teserûfê em nikarin wan bifiroşin, eger em bifiroşin wê derfetê me çêbibe ku em yên nû bikirin. Lê belê, ne em dikarin bikirin, ne jî bifiroşin. Astengiyeke wisa derxistine ku em tenê dikarin ji Ofîsa Malzemeyan a Dewletê (DMO) bikirin, em ji nikarin ji derve werbigirin. Her wiha em hemûyan jî ji wir nawergirin. Em ji Bankaya Îller re nivîs dişînin, eger ew erê bikin em dikarin bikirin. Ewane jî dîrokek zelal nabêjin. Her wiha bersiva nivîsên me jî nadin.”

BERNAME HATIBÛ AMADEKIRIN, LÊ NIHA RAWESTANDINE

Songul Ozbahçecî anî ziman ku bi taybetî dema ew di qada çand û hunerê de bernameyekê derdixin, nivîsek tê û di çarçoveya tedbîrên teserûfê de tê astengkirin. Songul Ozbahçecî got: “Mesele wê qurs û xebatên me yên ji bo jinan heban. Şano, konser, sînevîzyon û hwd bername hatibûn amadekirin. Mîna ku ew li bendê bûn em di vê qadê de bername derxin, ji nişka ve roja piştre nivîs tê. Di nivîsê de tê diyarkirin ku wê wiha be, tu wê li gorî vê û wê tevbigerî. Lewma me jî bername pêk neanî. Me bi temamî betal nekir helbet, lê me çêkirina bernameyê ji bo niha sekinand. Helbet di çarçoveya van astengiyan hemûyan de, em hewl didin alternatîf biafirînin. Em di lêgerîneke welê de ne ku, em çawa û dikarin çi bikin. Bi wateya giştî, ev paketa tedbîrê ji bo astengkirina xizmeta şaredariyê, ji bo gel razî nebe û em di zehmetiyê de bimînin, tê pêkanîn.”