ROJEVA 26’Ê TÎRMEHA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê

-Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê wê bên şopandin.

-Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir ku dewleta Tirk li ser tecrîdê re şantajê dike û got: “Ev nîşan dide ku dewleta Tirk tengav bûye; em ê wî hîn tengavtir jî bikin.” Karasû destnîşan kir ku divê bertekek hîn xurttir ji êrîşên dagirkerî û xiyanetê re bê nîşandan.

-Senatorê Fransî Pascal Savoldelli yê ku ji bo hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bike serî li Wezareta Edaletê ya Tirk da ev pirs kir, “Tirkiye çima ditirse” û got: “Divê Abdullah Ocalan azad bibe.”

-KCDK-E’yê banga tevlîbûna meşa ku wê bi wesîleya salvegera 101’emîn a Peymana Lozanê 27’ê Tîrmehê roja Şemiyê li bajarê Lozan ê Swîsreyê bê lidarxistin, kir.

-Çalakiyên li dijî xespa li Şaredariya Colemêrgê, wê bên şopandin.