JIN
Hemû Nûçe
-
Li Rihayê li dijî komkujiyên jinan meş
TJA’yê li navçeya Wêranşar a Rihayê, li dijî komkujiyên jinan meş lidar xist. -
Kongra Star Zîlan bi bîr anî
Kongra Star got, “Zîlan bi rêya şervaniya xwe, bi bicihanîna erkê xwe yê li hember gelê xwe û bi hewldana avakirina civatek demokratîk, exlaqî, siyasî û ekolojîk azad, jiyan ji nû ve pênase kir.” -
PAJK: Meha Hezîranê meha jinên fedaî ne!
PAJK’ê, bi hezkirin, hurmet û minetdarî hevrê Zîlan (Zeynep Kinaci) ya ku xeda fedaî da destpêkirin û Sema û Gulan ên ku dan ser şopa wê bibîr anî û got, “Meha Hezîranê di têkoşîna me ya azadiya jinan de meha jinên fedaî ne.” -
YRJ’ê têkildarî salvegera 5’an a damezrandina xwe daxuyanî da
YRJ’ê bi boneya salvegera 5’an a damezrandina xwe daxuyanî da û got, em têkoşîna xwe ya ji bo ragihandineke rewşa jinan û têkoşîna gelan nîşan bide dewam dikin. -
Mafê tedawiyê yê Werîşe Muradî tê astengkirin
Hat ragihandin ku mafê tedawiyê yê girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî tê astengkirin û rewşa wê metirsîdar e. -
Meryem Fethî: Em alîgirê azadiyê ne, ne yê şer in
Nûnera KJAR’ê ya Ewropayê Meryem Fethî şerê di navbera Îran û Îsraîlê de nirxand û got, “Weke xelkê Rojhilat em ne alîgirê vî şerî ne.” -
Swîsre ji 'Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz' re amade ye
Festîvala jinan a ji bo bîranîna Sakîne Cansiz tê lidarxistin, vê Şemiyê wê li bajarê Zurich ê Swîsreyê pêk were. -
Halîde Turkoglu: Çareseriya şer bi guhertina bingehîn re pêkan e
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu anî ziman ku ji bo aştiyê şoreşa zîhniyetê şert e û got: "Ji bo aştiyeke rastîn, divê jin mil bidin hev." -
MKG: Em bi Zeynep Durgut re ne
MKG'ê têkildarî gefa li hemberî nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Zeynep Durgut daxuyanî da û diyar kir ku ew gefan qebûl nakin û bi Zeynep Durgut re ne. -
Jin ji bo Gulîzar Yildizê li ser piyan e: Êdî kêr gihîştiye hestî!
Rêxistinên jinan li Silopiya, ji bo Gulîzar Yildiz a bi hovane hat qetilkirin meşiyan. -
Jin li dijî qetilkirina jinan meşiyan: Em ê kesek din winda nekin
Jin li Amedê li dijî zêdebûna qetilkirina jinan û polîtîkayên bêcezatiyê meşiyan. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Mafê jiyanê yê jinan nabe ku bikin qurbaniya daxwazên siyasî." -
YJK-S’ê ji bo Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz bang kir
Festîvala jinan a ku her sal di pêşengita Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) de ji bo bîrananîna yek ji pêşenga PKK’ê Sakîne Cansiz tê lidarxistin îsal jî cara 12’emîn wê di 28’ê Hezîranê de were lidarxistin. -
TJA, DBP û DEM Partî serdana şîna Gulîzar Yildiz kirin
TJA, DBP û DEM Partî bi girseyî serdana şîna Gulîzar Yildiz kirin ku şeva Yekşemê li navçeya Silopiya ya Şirnexê hat qetilkirin. -
Li Şirnexê têkildarî Gulîzar Yildiz daxuyanî hate dayin
Baroya Şirnexê têkildarî Gulîzar Yildiz a hate qetilkirin daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo cezayê herî giran li kujer bê birîn ew ê têbikoşin. -
Lotte Errell: Wênekêşa ku bi objektîfa xwe cîhan keşf kir
Lotte Errell; jineke wêrek ku bi objektîfa xwe cîhanê keşf dikir. Weke rojnamevan û pêşengek jin di destpêka sedsala 20’emîn de sînor derbas kir û çandên cuda belge kirin. -
Jinên Kurd: Em hêmana esasî ya vê pêvajoyê ne!
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd konferansa xwe ya 3'yemîn lidar xist. Jinên beşdarî konferansê bûn gotin, "Yekîtî nebe nabe. Di pêvajoya aştî û jinûve avabûnê de em hêmanên rasteqîn in." -
3’emîn Konferansa Yekîtiya Jinên Kurd: Wê bi jina azad re civaka azad were avakirin
Di 3’emîn Konferansa Yekîtiya Jinên Kurd a li Amedê de îşaret bi rola jinên Kurd di avakirina yekîtiya neteweyî û civaka demokratîk de hate kirin. Di encamnameyê de hate diyarkirin ku bêyî azadiya jinê aştî pêkan nabe. -
Festîvala Jinan a Zîlan bi dawî bû
Festîvala Jinan a Zîlan îsal cara 19’emîn li bajarê Leverkusen ê Elmanyayê bi dirûşmeya “Bi Jin Jiyan Azadî Destketiyên Jinê Biparêz e” hate lidarxistin. Festîval diyarî jinên ku di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne, hate kirin. -
KJK’ê: Divê em ramanên Rêber Apo bikin pisûleya jiyana xwe
KJK’ê ji 19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan re peyam şand û got, “Divê em ramanên Rêber Apo zêdetir bixwînin, nîqaş bikin û bikin pisûleya jiyana xwe. Divê di rêya şoreşa jinê de em her deverê û her kêliyê veguherînin hêza jinan a rêxistinkirî.” -
Peyamên ji bo Konferansa Jinan: Yekîtiya neteweyî azadî ye
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, Kongra Star û Berdevka berê ya TJA’yê ya girtî Ayşe Gokkan ji bo 3’yemîn Konferansa Platforma Jinên Kurd re peyam şandin. -
Konferansa Platforma Yekitiya Jinên Kurd destpê kir
3’yemîn Konferansa Platforma Jinên Kurd, bi dirûşmeya, “Bi yekitiya jinên Kurd, ber bi yekitiya neteweyî ye" destpê kir. -
Ji bo Îranekî demokratîk hêza xwe bikin yek
Bi nasnameya jina Rojhilata Navîn ji bo Îranekî demokratîk hêza xwe bikin yek. Em bi tifaqa jinan, nasname û helwesta jinan a hevpar têkoşîna neteweya demokratîk û rêxistinbûnê mezin bikin. -
Dayika Aştiyê Latîfe Dag jiyana xwe ji dest da
Dayika Aştiyê Latîfe Dag (77) ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dijiya jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Latîfe Dag li Nisêbinê hate veşartin. -
Girtiyên li Girtîgeha Evînê: Azadî bi têkoşîna rêxistinbûyî ya gelan dibe!
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Evînê diyar kirin ku azadiya gelên Îranê bi têkoşîna rêxistinbûyî ya gelan û seferberiya hêzên civakî dibe. -
MKG’ê ji bo rojnamevana girtî banga piştevaniyê kir
Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MGK) ji bo nûçeguhana Ozgur Gelecekê Perîhan Sevda Erkilinç banga piştevaniyê kir ku Kilinç ji ber karê xwe tê sûcdarkirin û 2’yê Gulanê ve ye girtî ye.