JIN
Hemû Nûçe
-
Keçên Rojê yên Apoyî soza hilanîna tola Jîna Emînî dan
Keçên Rojê yên Apoyî bi daxuyaniyekê bal kişandin ser qetilkirina jina Kurd a ciwan Jîna Emînî ya ji aliyê Îranê ve hatibû qetilkirin û ragihand, “Em ê tola Jîna Emînî hilînin.” -
Jinên Mexmûrê qetilkirina Jîna Emînî şermezar kirin
Bi tevlêbûna bi dehan jinên wargeha Mexmûrê ji bo şermezarkirina qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî daxuyaniyek dan û gotin ku ew helwesta bi yek dengî ya jinan ya gotina ‘Jin Jiyan Azadî’ pîroz dibînin. -
TJK-Rûsya: Erîşên li ser jinan ne ji rêzê ne!
Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê bi daxuyaniyekê qetilkirina Jîna Emînî şermezar kir û diyar kir ku êrîşên rejîma Îranê ya li dijî jinên Kurd ne ji rêzê ne. Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê li dijî êrîşên jinan banga têkoşîna hevpar kir. -
TJK-E: Şîara me têkoşîna hevpar e, xweparastin e
TJK-E'yê di şexsê Jîna Emînî de jinên hatin qetilkirin hemû bi bîr anî û bang li jinan kirin ku li dijî kuştina jinan têkoşînê li her qadê mezin bikin û bibin dengê Jîna Emînî. -
Jinên Îranî li dijî qetilkirina Jîna Emînî porê xwe jê kirin
Piştî qetilkirina Jîna Emînî (Mehsa) ji hêla polîsên “dijî bê hîcabiyê” yên rejîma Îranê ve, li gelek bajaran çalakî hatin destpêkirin. Jinan bi dirûşmeya “Heke por nebe, guneh jî nîne” pora xwe jê kirin. -
KJK qetilkirina Mahsa Amînî şermezar kir: Em têkoşîna xweparastinê mezin bikin!
KJK'ê kuştina Mahsa Amînî bi hêrs şermezar kir û di serî de jinên li Rojhilatê Kurdistanê bang li jinên Belûcî, Fars û Azerî kir ku li dijî van polîtîkayên dijminatiya li jinê, li her qadê têkoşîna xweparastinê mezin bikin. -
Jinên Berxwedana Serdemê
Pirtûka 'Li Mehşera Serdemê şopa Jinan' qala berxwedana bênavbera a 58 rojan a li Efrînê dike. -
Li Sineyê çalakiya protestoyî ya li dijî qetilkirina Jîna Emînî
Bihezaran kes li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê li dijî qetilkirina Jîna Emînî daketin qadan û rejîma Îranê protesto kirin. -
TJA: Em ê li dijî qetlîamên jinan têkoşîna xwe bidomînin
Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî qetilkirina Jîna Emînî daxuyaniyek nivîskî da û got: “Em ê wek parêzvanên mafên jinan û rêxistinên jinan şopdarên qetlîamên jinan bin û li dijî qetlîamên jinan têkoşîna xwe bidomînin.” -
Li dijî qetilkirina Mehsa Emînî çalakiyên protestoyî zêde dibin
Li Îranê gel guh neda hişyariyên saziyên ewlehiyê û bi dirûşmeya ‘’Bimire dîktator’’ rêzeçalakiyên prostestoyî lidar xistin. -
KJAR: Divê jin li dijî sûcên rejîma Îranê bibin yek
KJAR’ê bi daxuyaniyekê qetilkirina Jîna Emînî şermezar kir û diyar kir ku jin ji bo nasnameya xwe amade ne ku canê xwe bidin. Her wiha ji bo çalakiya roja Duşemê banga tevlêbûnê hat kirin. -
Cenazeyê Jîna Emînî bi merasîmekê hat veşartin
Bi bi tevlîbûna sedan kesî cenazeyê Jîna Emînî ku ji aliyê hêzên polîs ên “dijî bêhîcabiyê” ve bi hovane hatibû êşkencekirin û piştre li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû, li goristana Seqizê hate veşartin. -
Endama KCR’ê Sîrwan Qendîl: Divê li hemberî êrîşan mertalek were çêkirin
Endama Komalên Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) Sîrwan Qendîl diyar kir her roj li ser jinan êrîş heye û got “Divê rêxistinbûna jinên ciwan û parastina rewa ava bibe." -
Li Kerboranê jinek hat qetilkirin
Li Taxa Zengan a Kerboranê mêrê bi navê Oner Keskîn, Pakîstan Demîrê qetil kir û kesê xwest pêşî lê bigire jî birîndar kir. -
Jîna Emînî ya hate êşkencekirin jiyana xwe ji dest da
Jîna Emînî ya ji bajarê Seqiz ku ji aliyê hêzên polîsên bajar ve li Tehranê bi hinceta ku pora wê derveye hate destgîrkirin û heta birin emniyetê hate êşkencekirin, li Nexweşxaneyê piştî 3 rojan jiyana xwe ji dest da. -
KJK: Şehîd Delal Nûrhak û Zîlan Qamişlo rêya me ronî dikin
KJK: Hevalên me Delal Nûrhak û Zîlan Qamişlo yên şehîd bûn, rêya me ronî kirin, bedew kirin, bi fedakirina canê xwe şoreşa jinê mezintir kirin. Li pêşberî bîranîna hevalên Şehîd Delal û Şehîd Zîlan em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. -
Li Amedê mirina biguman a jinekê
Li Kolana Melîk Ahmedê ya navçeya Sûrê, jina bi navê Bedevî Ekîcî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. -
Şine: Şilêr Resûlî hêza jina azad nîşan da
Endama Koordînasyona KJAR'ê Çîmen Şîne ji Şilêr Resûlî ya ku xwest li Merîvanê xwe ji êrîşa tecawizê rizgar bike, jiyana xwe ji dest da got “We nîşan da ku ruhê azadiyê yê jinan çiqasî xurt e. Wê Îran û Rojhilat bi jinê re azad bibe.” -
PAJK: Em ê Delal Nûrhak wekî ruhê şerê xwe û bîra îradeya xwe bidin jiyîn
Koordînasyona PAJK’ê diyar kir Delal Nûrhak di têkoşîna xwe ya azadiyê ya 33 salan de wekî qehremaneke rastîn a gel jiya û got “Em ê wê wekî milîtana pêşeng a têkoşîna xwe, ruhê şerê me û bîra îradeya xwe bidin jiyîn.” -
Li Edeneyê jinek bi êşkenceyê hate qetilkirin
Li Ceyhanê mêrê bi navê R.S., bi êşkenceyê Ezgî Deler a bi rêya zewaca olî pê re zewicîbû, qetil kir. -
Hejmara 5’emîn a Kovara Yurtsever Genç Kadinê derket
Hejmara Îlon û Cotmehê ya Kovara Yurtsever Genç Kadinê, bi sernivîsa “Li Kurdistanê her tişt bi têkoşînê tê bidestxistin, em bi têkoşîna xwe dîwarên Îmraliyê hilweşînin“ derket. -
Jinek li Mêrsînê hat qetilkirin
Li Mêrsînê jina bi navê Dîlek Karaman ji aliyê mêrê bi navê M. K. ve hat qetilkirin. -
Li Bartinê zilamê navê Metîn Ar jina bi navê Arzû Ar kuşt
Li Bartinê zilamê bi navê Metîn Ar ji ber ku gef li Arzû Ar xwaribû hatibû girtin. Metîn Ar piştî 8 mehan dema hate berdan, Arzû Ar kuşt. -
Bûldan: Encama hilbijartinê wê bi destê me jinan diyar bibe
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan got, "Bila kes di ser HDP'ê re siyasetê neke. Her kes bila bi hedê xwe zanibe." Bûldan diyar kir ku encamên hilbijartinê, siberojên azad wê bi destê jinan diyar bibe. -
Hilberîna Apple ya li Hindistanê: Jin bi zorê têne xebitandin
Apple hilberîna iPhoneyê li Hindistanê çêdike. iPhone 14 a nû jî wê ji aliyê Foxconnê ve bê hilberand. Karker û sendîka ji şert û mercên nebaş gilî û gazinan dikin.