Li Edeneyê jinek bi êşkenceyê hate qetilkirin
Li Ceyhanê mêrê bi navê R.S., bi êşkenceyê Ezgî Deler a bi rêya zewaca olî pê re zewicîbû, qetil kir.
Li Ceyhanê mêrê bi navê R.S., bi êşkenceyê Ezgî Deler a bi rêya zewaca olî pê re zewicîbû, qetil kir.
Li taxa Mûradiye ya navçeya Ceyhana Edeneyê, R. S., êşkence li Ezgî Deler (25) a bi rêya zewaca olî pê re zewicîbû, kir. Delerê ku ji aliyê cîranên xwe ve bi awayek birîndar hate dîtin, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ceyhanê. Delerê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Delerê ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Edenê. Hate zanîn ku zarokek Delerê heye.