Jina ciwan a bi navê Jîna Emînî ya 22 salî ku dema li Tehranê li gel malbata xwe bû, bi hinceta ku porê wê xuya dike, ji aliyê hêzên polîs ên “dijî bêhîcabiyê” ên bajar ve hate destgîrkirin. Polîsan heta Emînî birin navenda emniyetê di rê de êşkence lê kirin û bi derbên amûreke hişk li serê wê dan û giran birîndar kirin. Jîna bi giranî birîndar bibû piştî 3 rojan li nexweşxaneya ku rakiribûnê, duh jiyana xwe ji dest dabû.
Cenazeyê Jîna Emînî bi merasîmek a ku bi sedan kes tevlî bûn li goristana bajarê Saqizê hate veşartin.
Di saetên sibê de cenazeyê Jîna ji aliyê sedan kesî ve li Saqizê hate pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirina cenaze û merasîmê de dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bimre dîktatorî’ hatin qîrkirin.
Hêzên ewlehiyê xwestin di saetên zû de cenaze bê veşartin, lê li ser nerazîbûna gel ev yek hate redkirin û piştre danê sibê bi merasîmekê li goristana Saqiz a cihê lê hatî dinê hate vaşartin.