Li dijî qetilkirina Mehsa Emînî çalakiyên protestoyî zêde dibin
Li Îranê gel guh neda hişyariyên saziyên ewlehiyê û bi dirûşmeya ‘’Bimire dîktator’’ rêzeçalakiyên prostestoyî lidar xistin.
Li Îranê gel guh neda hişyariyên saziyên ewlehiyê û bi dirûşmeya ‘’Bimire dîktator’’ rêzeçalakiyên prostestoyî lidar xistin.
Li Îranê piştî ku jina Kurd Mehsa Emînî ya 22 salî 13’ê Îlonê ji aliyê ‘’polîsên exlaq’’ ve hat girtin, êşkencekirin û sê roj bi şûn de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, gel rêzeçalakiyên protestoyî lidar xistin.
Xwepêşanderan destpêkê li ber nexweşxaneya Kasra ya li Tehranê ku Mehsa Emînî lê tedawî dibû, hatin ba hev. Komên mafên mirovan, dan zanîn ku hêzên ewlehiyê gaza îsotê di çalakiyê li gel de reşandiye û gelek kes girtine.
Cenazeyê Mehsa Emînî, 17’ê Îlonê ji bo veşartinê birin welatê wê Kurdistanê.
Soma Ristemî yê ji Rêxistina mafên mirovan Hengaw a Kurd wiha got ku Saziyên ewlehiyê ji bo astengkirina rageşiyê, zorî li malbata Emînî kirin ku bê merasîm, cenaze bê veşartin.
Hişyarî hatin kirin lê bi sedan kes, ji bo merasîma cenaze li bajarê Seqiz ê Mehsa Emînî li hev civiyan. Diruşmeyên ‘’Bimire dîktator’’ ên li dijî hikûmetê hatin berzkirin.
Li Seqizê jinan di merasîma cenaze de serê xwe ku girtin mejbûrî ye vekirin.
Rêxistinên civakî yên sivîl ên Kurd jî banga greva giştî li Kurdistanê kir.
Dîmenên qelaştina afîşên serokê Îranê yê otorîter Ayetûllah Hemaney ji aliyê çalakvanan ve li ser medyaya dîjîtal belav bûn.
Mehsa Emînî, 13’ê Îlonê bi malbata xwe re çû serdana xizmên xwe yên li Tehranê, bi hinceta yasayê girtina serê xwe binpê kiriye ji aliyê ‘’polîsên exlaq’’ ve hatibû girtin û ji malbatê re hatibû gotin ku wê piştî ‘’seansa islahkirina’’ wê bê berdan.
Şahidên bûyerê diyar kirin ku di wesayîta destgîrkirinê de li Mehsa Emîniyê hatiye xistin.
Polîsê Îranê îdia red kir û îdia kir ku Mehsa Emînî krîza dil derbas kiriye lê malbatê anî ziman ku tu pirsgirêkeke Emînî ya tenduristiyê ne bû.
Dewleta Îranê xwegihandina înternetê bi sînor kir.
Medyaya dewletê, ragihand ku di derbarê mirina Mehsa Emînî de dest bi lêpirsînê hatiye kirin.