Jinek li Mêrsînê hat qetilkirin
Li Mêrsînê jina bi navê Dîlek Karaman ji aliyê mêrê bi navê M. K. ve hat qetilkirin.
Li Mêrsînê jina bi navê Dîlek Karaman ji aliyê mêrê bi navê M. K. ve hat qetilkirin.
Karaman a li taxa Karacaîlyas a navçeya Akdeniz a Mêrsînê di nexweşxaneyek a taybet de wek laborant dixebitî, ji bo birina kurê xwe çû mala M.K. yê pê re li ber hevberdanê bû.
Karaman, şevê din bi cîrana xwe re çû ber derê M.K. yê pê re doza wan a hevberdanê berdewam bû û di encama minaqeşeya di navbera wan de Karaman hat qetilkirin. Cenazeyê Karamanê, ji bo karê otopsiyê rakirin morga nexweşxaneyê, kujer M.K. jî hat girtin.
M.K. yê derxistin dadgehê, girtin û şandin girtîgehê.