Hilberîna Apple ya li Hindistanê: Jin bi zorê têne xebitandin
Apple hilberîna iPhoneyê li Hindistanê çêdike. iPhone 14 a nû jî wê ji aliyê Foxconnê ve bê hilberand. Karker û sendîka ji şert û mercên nebaş gilî û gazinan dikin.
Apple hilberîna iPhoneyê li Hindistanê çêdike. iPhone 14 a nû jî wê ji aliyê Foxconnê ve bê hilberand. Karker û sendîka ji şert û mercên nebaş gilî û gazinan dikin.
Bi hezaran jinên li Foxconnê dixebitin, ku kar ji bo Apple dike, meha Kanûnê li eyaleta Tamîl Nadû ya Hindistanê rêya navbera herêmên pîşesaziyê Chennaî û Bangaloreyê girtin. Beriya ku vê çalakiya şermezarkirinê lidar bixin, kesî nizanî bû ev karker di nava kîjan şert û mercî de dixebitin.
Sedemeke wan çalakiyên şermezarkirinê hebû: Zêdeyî 250 jin ji nişka ve bi êşa mîdeyê ketin û hin ji wan diviyabû li nexweşxaneyê bihatina dermankirin. Dema ku li sedema wê hate pirsîn, gotin 'Ji xwarinê bi jehrê ketine'.
Beriya çalakiyên şermezarkirinê, jin li naverastê radizan. Deh jin li odeyekê dihatin bicihkirin. Jin neçar diman ku ji depoya avê ya li ber mala xwe avê bînin.
Niha wê êdî nivîneke wan hebe, cihekî karibe li ser razê hebe, ava wan hebe. Lê belê xwarina wan hîn jî gelekî nebaş e. Ji ber vê yekê karker carna xwarinê naxwin û bi birçî kar dikin.
KARKERÊN JIN BI MAFÊN XWE NIZANIN
Şîrketa Foxconn a ji Taywanê weke hilberînerê herî mezin ê cîhanê yê parçeyên elektronîk tê dîtin. Zêdeyî 5 hezar jin, li banliyoya Chennaî ya Hindistanê ku gelek şîrketên navneteweyî lê ne, ji bo vê şîrketa ku ji Apple re perçeyan amade dike, iPhone 12 û 13 çêdikin. Piştre jî wê dest bi çêkirina iPhone 14 bikin.
Karkerên taşeron ên têne xebitandin bi giranî ji jin ên ciwan ên ji qadên bejahî pêk tên. Bi giranî cara yekem e ku li febrîqeyekê kar bi dest xistine, lewma bi mafên xwe nizanin. Hefteyê şeş rojan, rojê heyşt saetan dixebitin.
Jin mehane nêzî 170 Euro mûçeyê kêmtirîn werdigirin. Ji bo ewlehiya civakî û çûn û hatinê beşek jê tê birîn. Ji çalakiyên şermezarkirinê û vir ve Foxconn ji bo pansiyon û stargehê hinekî din pere dide. Li gorî sendîkaya Tamîl Nadû, Foxconn wan dibe stargehên bi qasî 60 kîlometreyî dûrî febrîqeyê ku febrîqe ji aliyê wezîfedarên ewlekariyê ve tê parastin. Ev yek tê wê wateyê ku gelek ji karkeran 2 saetan di rê de derbas dikin û kêm radizên.
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Tamîl Nadû Kannan Soûndarrajan ji televîzyona ARD a Elman re axivî û qalê kir ku Foxconn karkeran bi zorê dide xebitandin. Hikumeta eyaleta Tamîl Nadû çalakiyên şermezarkirinê bi têrkerî nekarî kontrol bike. Soûndarrajan wiha dibêje, "Rayedar qebûl dikin ku keda karkerên jin li şîrketên biyanî bê xwarin."
SENDÎKA DAXWAZA PEYMANÊN HÎN BAŞTIR DIKIN
Sendîkavan ji hikumetê dixwazin ku ji bo dawî li vê "xebitandina bi zorê bîne", gavên pêwîst biavêje. Soûndarrajan got, "Her tişt hîn bêhtir bi qezencê ve eleqedar dibe. Pêwîstiya me bi kar heye, ya wan jî bi qezencê heye. Ev qanûnî ye. Lê belê divê ji ya didin bêhtir nestînin, nexwin."
Xebatkarên Foxconnê dixwazin hurmet ji karê wan re bê dayin. Ya esasî jî tenduristiya wan e. Dibêjin, "Dema ku tenduristiya me baş be, em ê karibin bixibitin" û dibêjin ku her meh karkerek ji ser hişê xwe diçe. Bendewariya wan ew e ku tenduristiya wan baş be.