Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo diyarkirina polîtîkayên dema nû, li navenda giştî ya partiyê kom bû. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan di destpêka civînê de axivî û rojeva heyî nirxand.
Pervîn Bûldan anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bi tirsandin, zext û kaosê xwe ji bo hilbijartinê amade dike û got, "Êrîşên li ser destketiyên jinan, Kurdan, hêzên demokratîk û kedê, gefa şer a li welatên cîran bûye kampanyayeke hilbijartinê ya desthilatdariyê. Êşkence li girtiyan, desteserkirina mafê wan û gefa lê dixwe, beyannameya hilbijartinê ya vê desthilatdariyê ye, soza wê ya ji civakê re ye."
'EM Ê TI CARÎ JI BÎR NEKIN'
Bûldan cenazeyê gerîlayê HPG'ê yê ku di kîsekî de radestî bavê wî Alî Riza kir, bi bîr xist û got, "Bi vê yekê re careke din dijminatiya xwe ya li Kurdan ji raya giştî re eşkere kirin. Ev sûcekî nefretê ye. Ji desthilatdariyê re dibêjim; zanibin ku ev têkoşîna jinê û rûmeta mirovahiyê ji siyaseta we ya dijminatiyê xurtir e. Em ê vê siyaseta we ya dijminatiyê û nefretê teqez têk bibin. Dîrok jî, edaleta rasteqîn jî wê sûcên li dijîmirovahiyê ji bîr nekin.
Hêza esasî ya ku vê sîstema riziyayî biguherîne hêza jinê ye. Hişmendiya demokratîk û wekhevîparêz a jinan, xwedî wê bandorê ye ku siyasetê jî civakê jî biguherîne. Lewma têkoşîna jinê girîng e. Ji bo hilbijartinê li qada siyasetê nîqaş têne kirin, hin hesab têne kirin. Dixwazim bi rengekî eşkere bibêjim. Ti hesabê ku cih di nav de nebe bi ser nakeve. Bi fikrê HDP'ê re ku li ser mezinkirina têkoşîna jinê ava bûye û partiyeke jinê ye, di vê mijarê de bi rengekî eşkere em helwestê nîşan didin. Bila Tifaqa Cûmhûr jî ya Milet jî zanibin. Bila kes li ser HDP'ê siyasetê neke. Bila HDP'ê ji xwe re nekin malzemeya siyasî. Bila her kes bi hedê xwe zanibe. Gava ku HDP bilêv kir, divê hezar carî bifikire."
Pervîn Bûldan diyar kir ku yên gefê li jinan dixwin wê bi dengê jinan têk biçin û got, "Îro ji her beşa civakê jin xwedî têkoşîna çareseriya hevpar e. Jin li dijî newekhevî, tundî, mêtingerî û şer têkoşîneke xurt û hevpar dimeşînin. Di vê têkoşînê de wêrekî heye, bawerî û biryardarî heye. Lewma hêvî bi jinê re ye, di têkoşîna hevpar a jinan de ye."