Endama KCR’ê Sîrwan Qendîl: Divê li hemberî êrîşan mertalek were çêkirin

Endama Komalên Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) Sîrwan Qendîl diyar kir her roj li ser jinan êrîş heye û got “Divê rêxistinbûna jinên ciwan û parastina rewa ava bibe."

Endama Komalên Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) Sîrwan Qendîl diyar kir her roj jin di serî de li ser gel û ciwanan êrîş heye û bal kişand ser rêxistinbûna jin, ciwan û civakê.

Qendîl got “Ji destpêka dîrokê heta roja me ya îro bi berdewamî êrîş, asîmîlasyon, komkujî, qirkirin, bişaftina çandî ji aliyê dagirkeran ve di nava civakê li hemberî jinan tên kirin. Di heman demê de çi li Bakur, Rojhilat, Başûr û Rojavayê Kurdistanê be, çi jî li tevahî bajarên Îranê û heta hemû cîhanê be, ew êrîş bi berfirehî tên kirin. Em dikarin bêjin ku dagirkeran bi tevahî di ferqa vîn û cesareta jin de ne, ji ber wê wan êrîşan pêk tînin. Ji bo wê jî di wir de ya esas ev e ku ew jin bi xwe jî bikevin ferqa wî tiştî. Weke mînak hemû rojê em dibihîzin ku li her deverê bi sedan û bi hezaran jin rastî heman êrîşan tên, di heman demê de ew bûyer tenê îro naqewimin, belkî ji dîrokê ve heta roja îro hatiye. Bi taybetî ew êrîşên ku di demên dawî de li ser jinan tên kirin di asteke wisa de ne ku nayê hejmartin. Her roj dibînin û dibihîzin ku jinek bi destê hevserê xwe hatiye qetilkirin. Mînak çend hefte berê li Kirmaşanê jinek li ber dadgehê bi destê hevserê xwe bi kêrê tê qetilkirin. Di heman demê de çend sal beriya niha jineke Mehabadî ya bi navê Ferînaz Xusrewanî ji bo ku rastî destdirêjiya pasdarên Îranê neyê xwe ji qatên otelê diavêje xwarê.

Endama Komalên Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) Sîrwan Qendîl diyar kir ev êrîş ne yên dawîn e û got “Di wir de bi taybetî ew êrîşa ku li Merîwanê li hemberî Şilêr Resûlî pêk hat, em dikarin bibêjin ku ew jî ji bo ku destdirêjî lê neyê kirin bi heman şêweyê Ferînaz Xusrewanî xwe ji xaniyê avête xwarê û ji ber giraniya birînan jiyana xwe ji dest da. Ew vîneke pir mezin e ku raber kir. Di heman demê de em jî vê xetê silav dikin, ew jinên ku teslîmê hişmendiya zilamsalarî û desthilatdarî nabin, ev yek xetekî pir girîng e. Lê niha di rewşa heyî de ew serhildanên ku li hemberî wan kiryaran tên kirin, car heye ku bi sedan jin bi heman êrîşan re rû bi rû dimînin, lê kesê ku wan kiryaran dike nayê cezakirin. Çi ji aliyê dewletê bigire û çi jî ji hêla civakê ve hemû bi heman şêweyî bûye û nayê cezakirin. Lê di wir de ya girîng çi ye; ger ku dewlet bi xwe wan kesan nedarizîne û ceza neke, pêwîst e ciwan û jinên ciwan ên di nava civakê de bi xwe bi pêşxistina parastina cewherî wan kesan ceza bikin. Weke mînak serhildan û xwedî derketina li bûyera Şilêr Resûlî çêbû, li Sine jinên Sineyî xwedî lê derketin û di heman demê de bi çendîn rojan li Merîwanê serhildan pêk tê. Lê ew yek têrê nake. Eger îro jin û jinên ciwan û bi giştî beşên civakê rêxistinbûyîn û parastina xwe ya rewa ava nekin, wê îro û pêşerojê jî bi sedan bûyerên mîna ya Şilêr biqewime û wê bi bûyerên bi heman şêwe û rengî re rû bi rû bên. Êdî pêwîst e ew rêxistinbûn, rêxistinbûna jinên ciwan û parastina rewa ava bibe. Jixwe dema ew rêxistinbûn ava bibe, êdî em ê bikaribin rê nedin bûyerên bi heman şêweyî biqewime. Çi li Rojhilatê Kurdistanê, çi li bajarên din û çi jî beşên din ên Kurdistanê û giştî cîhanê be, êdî pêwîst e ew bûyerane dubare nebin.”

Qendîl bal kişand ser fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got “Niha bi saya fikirê Rêber Apo jin bû xwedî nasname, îrade ku bikaribe biçe û di nava civakê de parastina rewa û rêxistinbûna xwe ava bikin, jin hev bigirin û bibin xwedî yek dengî ku tu kes nekaribe destwerdana wê yekê bike û nekaribe wê îradeyê bişkîne. Pêwîst e ev yek di hemû bajaran de pêk bê. Çi li Merîwan, çi li Sine, Bokan, Seqiz, Dîwandere, Bane û çi jî li gundan be, ji ber ku tişta em dibêjin tenê sînordarê bajaran nîne belku ji bo gundan jî derbasdar e. Pêwîst e dema ew rêxistinbûn pêk bê, êdî tu mertalekê li beramberî êrîşan çêdikî. Mertalekî çêdikî ku careke din bi ti awayî ew êrîş çênebin. Êdî em careke din bi bûyerên wiha biêş re rû bi rû nebin. Pêwîst e xwedî helwest bin. Me got divê êdî rêxistinbûna xwe ava bike û yek bigire; ya me di wir de behsa wê kir ev e, lê her kes dikare di wî tiştî de cihê xwe bigire. Ev yek tenê ne ji bo jinê ye, di heman demê de ji bo bi taybetî jinên ciwan e lê zilam û dayik jî dikarin her yek li gorî hêza xwe xwedî li wî tiştî derkeve. Dayikek dikare bi rêxistinkirin û perwerdekirina zarokên xwe dikare pir bi başî rola xwe di wê mijarê de bilîze. Di heman demê de ew rastî ji bo zilam jî derbasdar e. Di wir de ya girîng ev e ku her kes dikare li gorî berpirsiyartiya xwe xwedî li vê pêvajoyê derkeve. Ev pêvajoya ku niha ji her alî ve êrîş heye, çi li ser gerîla, gel û çi li ser jinan be bi her cûre şêwazî êrîş heye, lewma divê li hemberî wan êrîşan bisekinin û xwedî li hevdu derkevin. Wate li hemberî wan hemû êrîşan weke ciwan pêwîst e êdî bikevin ferqa wan êrîşên heyî û pêwîst e êdî ji xew û cîhana ku ji bo xwe çêkirine, bi wî çavî temaşe nekin.

Di dawiyê de banga me ji bo hemû jinên li çar aliyê cîhanê, bi taybetî Rojhilatê Kurdistanê û herêma Erdelan ev e ku bila xwedî li hizr û ramanê Rêber Apo derkevin, bila raman û pirtûkên Rêber Apo bixwînin, di heman demê de parastina xwe ya rewa û rêxistinbûna jinan di nava civakê de ava bike. Wate dema bûyerek diqewime bila xwedî helwest bin, çi li hemberî jin, çi li hemberî gerîla û çi li hemberî ciwanan bê kirin, êdî jin divê bikeve ferq û zanabûna wî tiştî û hemû civak jî divê bi heman şêweyî be.”