Jîna Emînî ya hate êşkencekirin jiyana xwe ji dest da

Jîna Emînî ya ji bajarê Seqiz ku ji aliyê hêzên polîsên bajar ve li Tehranê bi hinceta ku pora wê derveye hate destgîrkirin û heta birin emniyetê hate êşkencekirin, li Nexweşxaneyê piştî 3 rojan jiyana xwe ji dest da.

Jina ciwan a bi navê Jîna Emînî ku 22 salî dema li Tehranê li gel malbata xwe bû, bi hinceta ku porê wê derve ye, ji aliyê hêzên polîsên bajar ve hate destgîrkirin. Polîsan heta Emînî birin navenda emniyetê di rê de êşkence lêkirin û bi derbên amûreke hişk li serê wê dan û giran birîndar kirin, piştî 3 rojan a li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Navenda Ragihandinê ya Polîsên Tehranê li ser vê mijarê daxuyaniyek da û îdia kir ku wan Jîna dema birin emniyetê ji nişka ve pirsgirêka wê ya dil peyda bûye û ew bi wî rengî rakirine nexweşxaneyê.

Li gorî dîmen û wêneyên li ser tevnên civakî belav bûne, Jîna Emînî 22 salî ye ji bajarê Seqiz a ser bi eyaleta Sineyê ye. Dema li gel malbata xwe li Tehranê bûn 13’ê Îlonê ji aliyê hêzên polîsên Tehranê ve hate destgîrkirin.

Hate ragihandin bi hinceta ku pora Jîna Emînî li derve ye polîsan ew li wesayîtê siwarkiriye û bi tundî êşkence lê kiriye. Hate ragihandin ku bi amûreke hişk li ser wê daye û giran birîndar bûye. Li ser vê yekê rakirine nexweşxaneyê.

Jîna Emînî piştî 3 rojan li beşa lezgîn a di bin çavdêriya bijîşkan de bû, îro jiyana xwe ji dest da.

Tevna Mafê Mirovan a Kurdistanê diyar kir ku malbata Jîna di bin gef û êşkenceyê de ye, li ser vê mijarê ti daxuyanî û agahiyekê bi çapemeniyê re parve neke.

Hinek ji bijîşkên pispor li gorî wêneyên ku li ser tevnên civakî belav bûne, diyar kir ku li gorî xwîna ku ji bin guhê jîna û bi çavê wê reşbûn ev yek nîşaneya ku derbek giran ji serê xwe xwariye, nayê wateya pirsgirêka dil an krîza dil derbas kiribe. Ev yek nîşaneya şikestina kiloxê serî ye ya bi amûreke hişk ku xwîn rijiyabe ser mejî.

Rejîma Îranê li ser jina serpêçî û pêçana eba ferz dike, lê ev yek ji aliyê jinên Îranê ve nayê qebûlkirin.

Çend rojên borî jî jineke li Merîwanê bi navê Şilêr Resûlî piştî êrîşa endameke yê ser bi rejîmê ku xwestibû destdirêjî wê bike, xwe ji qata duyem a avahiyê avêtibû xwarê û piştî çend rojan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.