JIN
Hemû Nûçe
-
Komeleya Jinan a Rosayê: Jinên Kurd dibin pêşengên şoreşê
Komeleya Jinan a Rosayê “Em berxwedana jinên Îran û Efganistanê silav dikin. Berxwedana ku bi pêşengiya jinan dest pê dike, tê wateya pêşengiyeke şoreşî.” -
YPJ'ê Evîn Goyî bi bîr anî: Em ê têkoşîna xwe xurtir bikin
Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Evîn Goyî (Emîne Kara) bi bîr anî û got, "Dilsoziya hevrê Evîn a ji bo azadiyê, dilsoziya YPJ'ê ya ji bo azadiyê ye. Em ê li ser mîrateya hevrê Evîn têkoşîna xwe xurtir bikin." -
Li Efganistanê piştî qedexeya xebata jinan 3 komeleyan xebatên xwe dan sekinandin
Li Efganistanê piştî qedexeya xebatê ya ji aliyê Talîbanê ve li ser jinan hate ferzkirin, 3 saziyên alîkariyê yên mirovî xebatên xwe dan sekinandin. -
Li Mêrdînê di nava salekê de, dest dirêjê 228 zarokan hat kirin
Li gorî “Rapora Şîdetê ya 2022’an” a Platforma Jinan a Şahmaran, 382 jinan ji bo alîkariya hiqûqî serî li baroyê dane. Dest dirêjê 228 zarok hat kirin. -
'Em ê teqez hesabê Komkujiya Parîsê ya 2'emîn bipirsin'
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan a Ewropayê destnîşan kir ku Komkujiya Parîsê ya 2’emîn ji aliyê dewleta Tirk a faşîst, MÎT û Erdogan ve hatiye organîzekirin. Hate gotin ku ew ê teqez hesabê Komkujiya Parîsê bipirsin. -
Kongra Star: Kiryar kî dibe bila bibe, kujer dewleta Tirk e
Kongra Star diyar kir ku kiryar kî dibe bila bibe, kujer dewleta Tirk e û got: “Em hêza xwe cewherî xurt bikin.” -
TJK-E: Em ê hesabê Qetlîama Parîsê ya duyemîn bipirsin
TJK-E’yê da xuyakirin ku Evîn (Emîne Kara) ya pêşengeke ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd jî di êrîşa Parîsê hatiye qetilkirin û got: “Bi tu êrîşê pêşveçûyîna şoreşa jinan ranaweste.“ -
Jinên Elewî li dijî komkujiyê banga daketina qadan kir
Piştî êrîşa li Parîsê ku di encamê de sê Kurd hatin qetilkirin, Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk banga daketina qadan kir. -
TJK-E: Em ê hesabê van qetlîaman ji dewleta Tirk bipirsin
TJK-E'yê li dijî komkujiya li Parîsê daxuyaniyek da û got, "Em ê hesabê polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk bipirsin.” -
Jinên HDP’yî: Semra Guzel vîna gel û jinan e
Meclîsa Jinan a HDP’ê li hemberî desteserkirina parlementeriya Semra Guzel daxuyanî dan û gotin, ” Semra Guzel vîna gel û jinan e. Siyaseta jinan wê desthilatdariyê têk bibe.” -
Jinên Efgan ji bo mafê perwerdeyê daketin qadan
Li Efganistanê, bi dehan jin li dijî qedexeya perwerdehiyê ya ji aliyê rêveberiya Talîbanê ve li dijî jinan hatiye danîn, li paytext Kabûlê daketin qadan. -
Jinên ji aliyê dewleta Îranê ve hatin qetilkirin li Berlînê hatin bîranîn
Li paytexta Elmanya Berlînê, ji bo jina Kurd Jîna Emînî ya ji aliyê 'Polîsên Ehlaqê' yên dewleta Îranê ve bi êşkenceyê hat qetilkirin û ji bo kesên di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane, merasîmek bîranînê hat lidarxistin. -
Talîbanê perwerdehiya zanîngehê li jinan qedexe kir
Rêveberiya Talîbanê ya Efganistanê diyar kir heta biryareke duyemîn wan perwerdehiya zanîngehê li jinan qedexe kirine. -
Encamnameya Kongra Star hate eşkerekirin
Di Encamnameya civîn salane ya Kongra Star de hate diyarkirin divê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna ji bo mafên jinan were geşkirin. -
Li Îngilistanê bi deh hezaran hemşîre cara duyemîn dest bi grevê kirin
Li Îngilistan, Galler û Îrlandaya Bakur cara duyemîn bi deh hezaran hemşîre ji bo daxwaza zêdekirina mûçeyekî adîl dest bi greva rojekê kirin. -
Jinên Ciwan a Herêma Firatê li ser tecrîda Rêber Gelê Kurd komxebatek li dar xist
Jinên Ciwan a Herêma Firatê têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan komxebatek li dar xistin. -
Li Nisêbînê jina ku gule li serî ket jiyana xwe ji dest da
Nûrşîn Turan a ku li Nisêbînê bi çekê hatibû gulebarankirin, jiyana xwe ji dest da. -
Îran ji Komîsyona Jinan a Neteweyên Yekbûyî hat derxistin
Di encama zextên dîplomatîk ên DYE’yê de Îran ji komîsyona jinan a Neteweyên Yekbûyî hate derxistin. -
Hevdîtinên şandeya Yekîtiya Jinên Kurdistanê didome
Şandeya Platforma Yekîtiya Jinên Kurdistanê a Bakurê Kurdistanê çû serdana jinên sosyalîst û Rêxistinên Peywendiyan a Jinên Kurd. -
Deriyê Brandergbûrgê bi slogana ‘Jin, jiyan, azadî’ hate xemilandin
Ji bo piştgiriya çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, Deriyê Brandenbûrg a ku sembola Berlînê ye, bi lempeyên bi nivîsa ‘Jin, jiyan, azadî’ hate xemilandin. -
Zuleyha Gulum: Desthilatdarî ji jinan ditirse
Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum diyar kir ku desthilatdarî her tim ji têkoşîna azadiyê ya jinê ditirse û ji ber ku têkoşîna li Îranê ji tevgera jinên Kurd belav bû, ev tirsa desthilatdariyê mezin bûye. -
Platforma Jinên Kurdistanê serdana xwe didomîne
Di çarçoveya avakirina platformeke giştî ya jinan a çar parçeyên Kurdistanê şandeyek jinan a Bakurê Kurdistanê serdana Başûr kir. Di vê çarçoveyê de îro serdana jinên Tevgera Goran, Tevger Azadî û RJAK’ê kir. -
Jinên Kurd wê di bin sîwana ‘Yekîtiya Jinên Kurdistanê’ de bên cem hev
Heyetek ji endamên Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ku ji bo hevdîtinan derbasî Başûrê Kurdistanê bibûn, ragihandin ku ji bo jinên Kurd di bin sîwanekê de bên cem hev wê ‘Yekîtiya Jinên Kurdistanê’ bê avakirin. -
'Em deng û rengê jinên Mexmûrê nîşan didin'
Xebatkarên Jin TV ên li Mexmûrê diyar kirin ku ew di xebatên xwe de hewl didin bedewiya jinê derxînin pêş û gotin, ji bo hemû cîhan rûyê rast ê dewleta Tirk bibîne divê jin kedek mezin bide. -
Li Amed û Stenbolê li dijî destdirêjiya li zarokan çalakî
DAKAP’ê li dijî destdirêjiya li zarokan a li terîqet û cemaetan çalakiya "xeleka morê" li dar xist. Jin li Bakirkoyê jî li hev civiyan û bi çalakiyekê îstîsmar protesto kirin.