Encamnameya Kongra Star hate eşkerekirin

Di Encamnameya civîn salane ya Kongra Star de hate diyarkirin divê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna ji bo mafên jinan were geşkirin.

Di 15-16’ê Kanûnê de Meclisa Kongra Star bi amadebûna 100 endamên meclisê û berdevkên komîteyan, li navenda xwe ya li Qamişloyê civîna xwe ya salane li dar xist.

Encamnameya civînê îro li ser malpera fermî ya Kongra Star hat ragihandin.

Di civîna salane de rewşa siyasî, rewşa rêxistinî, rewşa jinan, rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, mekanîzmaya xebatên Meclisa Kongra Star ên sala 2022’yan hatin nirxandin.

Beşdarên civînê bal kişand ser rewşa siyasî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û cîhanê û hate gotin: “Ji ber Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, cîhan di krîzên siyasî, aborî, civakî, çandî û ekolojî re derbas dibe. Herêma Rojhilata Navîn bûye qadeke şerê welatên hegemonîk, gelê herêmê jî bûye qurbaniyê van şeran.”

Di axaftinan de hat destnîşankirin ku navenda vî şerê di navbera NATO, Çîn û Rûsyayê de; Sûriye, Ukrayna û Îran e û hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker jî her carê hewl dide sûdê ji van şeran wergire da ku desthilata xwe berfireh bike û temenê xwe dirêj bike.

Beşdaran diyar kir ku dewleta Tirk li herêmê rêbaz û siyaseta qirkirina komî li dijî gelê Kurd dimeşîne, êrişên hovane li dijî gelê Kurd û gelên herêmê û dostên wan pêk tîne û herêmên Kurdan û hêzên gerîla dike hedef.

ŞER HERÎ ZÊDE BANDORÊ LI JINAN DIKE

Her wiha îşaret bi vê yekê kirin ku şer herî zêde bandorê li jinan dike û hat gotin: “Her ku tundî zêde dibe, zexta li ser jinan zêdetir dibe. Li aliyê din rê li ber tevger û rêxistinên jinan vedibe da ku li hember sîstemên cinsiyetparêz serî hildin û têkoşîna hevpar bidin meşandin. Şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi serkêşiya jinan bû.”

Beşdaran her wiha îşaret bi pêkanîna sîstema hevserokatiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û diyar kir ku ev sîstem yek ji destkeftiyên jinan e û di dîroka cîhanê de gaveke nû ye.

JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBERÊ GELÊ KURD BANGA SERHILDANÊ HATE KIRIN

Di civînê de behsa tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin û ev tişt hate gotin: "Tecrîd beşek ji siyasetên pergala global e. Ev tecrîd li dijî hemû rêgez û qanûnên mafên mirovan e." Beşdaran ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Ocalan banga serhildanê û lidarxistina çalakiyan kirin.

Di civînê de asta birêxistinbûyîna jinan hat nîqaşkirin. Jinan diyar kirin ku jin hîna dibin qurbanên zihniyeta mêrê serdest, urf û adetên kevnar û gotin "Ev yek eşkere dike ku xalên lawaz di xebatên jinan û rêxistinbûyîna wan de hene. Bertek û nerazîbûnên giran ên desthilata mêr ê serdest li hemberî modela hevserokatiyê heye. Ji ber vê yekê divê jin asta têkoşîna xwe xurt bikin û destkeftiyên xwe biparêzin.”

PÊŞNIYAZ

Di civîna salane ya Meclisa Kongra Star de ev pêşniyaz hatin kirin:

“Têkoşîna wekheviya di navbera her du zayendan de mijara perwerde û xebatê ye. Teqezî li ser mijara perwerdeya xweser bi rêya xwendinê, xwepêşxistin û sekna li hemberî zîhniyeta serdestiya mêran hate kirin. Sûcên qetilkirina jinan bi rêya xwegihandina hemû jinan were tunekirin û dirûşma ‘Nabe ku jin bê rêxistin bimînin’ esasê kar were girtin.

Ji bo parastina modela hevserokatiyê, dosyayek were nivîsandin û perwerde li ser vê modelê were dîtin. Têkoşîna zayendî were domandin. Divê hemû jin di hemû qadan de xwe pêş bixin. Divê komîteyên jinan werin avakirin, komun werin avakirin û komîteyên aborî werin pêşxistin. Her wiha divê pirsgirêkên aboriya jinan werin çareserkirin. Divê jin di rêxistinên jinan de werin birêxistinirin da ku nasnameya wan a taybet hebe. Divê komîteyeke were avakirin ku belgeyan li ser mijara hevjiyana azad amade bike û bixe xizmeta civakê.”

Her wiha pêşniyazek têkildarî pêşxistina zanista ekolojiyê hebû. Hate gotin ku divê ev mijar ji pirsgirêka têkoşîna zayendî neyê qutkirin û mecliseke ekolojiyê di demeke nêzîk de were avakirin.