Platforma Jinên Kurdistanê serdana xwe didomîne

Di çarçoveya avakirina platformeke giştî ya jinan a çar parçeyên Kurdistanê şandeyek jinan a Bakurê Kurdistanê serdana Başûr kir. Di vê çarçoveyê de îro serdana jinên Tevgera Goran, Tevger Azadî û RJAK’ê kir.

Şandeya Platforma Yekîtiya Jinên Kurdistanê ya ji Bakurê Kurdistanê ketî rê ku ji parlamentera HDP’ê Nuran Îmîr, cîgira Hevseroka Partiya Herêma Demokratîk û Endama Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Gulşen Sincar, akademisyen Evîn Adîn, endama Partiya Azad ya Kurdistanê Zeyneb Dîncer pêktê di çarçoveya xebatên jinan de berê xwe dabûn Başûr piştî serdana li Hewlêr îro serdanê xwe li Silêmanî dom kir.

Şandeya Platforma Yekîtiya Jinên Kurdistan ya ji Bakurê Kurdistanê piştî nîvro serdana jinên Tevgera Goran kir. Şande ji aliyê Seroka Şandeya Tevgera Goran Nesrîn Cemal û Seroka Koma Tevgera Goran a li Parlementoya Kurdistanê Gulistan Seîd ve hat pêşwazîkirin.

Piştî civîna bi qasî saetekê dom kir û şûnde, Seroka Şanda Platforma Yekîtiya Jinên Kurdistan ya ji Bakurê Kurdistanê Nuran Îmîr ji çapemeniyê re axivî û got: “Bi armanca avakirina platformek giştî jinên her çar parçên Kurdistanê me îro serdana Tevgera Goran kir.”

Îmîr behsa serhildana Rojhilatê Kurdistan a bi pêşengtiya jinan berdewam dike jî kir û got: “Divê em vê xebata jinan wek mînaka têkoşînek nû ji bo jinan bigrîn dest.”

Seroka Şande Tevgera Goran Nesrîn Cemal jî axivî, di destpêkê de keyfxweşiya xwe ya ji seredanê re anî ziman û got. “Wek jinên Tevgera Goran em ê di nava xwe de li ser daxwaza jinên Bakurê Kurdistanê ya ji bo pêkanîna platformek giştî ya jinên her çar parçên Kurdistanê bicivin.”

Piştî serdana jinên Tevgera Azadî şandeyê berê xwe da navenda Partiya Tevgera Azadî û RJAK’ê.

Şande ji aliyê Sara Reza û endamên din ên Tevgera Azadî ya komeleya Kurdistanê ve hate pêşwazşkirin. Li navendê şandeyên jinan li ser şêwazê têkoşîn û berxwedanê ya hevpar a jinan a li çar parçeyên Kurdistanê li hev şêwirîn.

Piştre jî şande berê xwe da navenda Rêxistina Jinanî Azadî ya Kurdistanê (RJAK) kir. Bi heman armancê li vir jî li ser têkoşîna jinên Kurd guftogo hate kirin.

Şandeya Platforma Yekîtiya Jinên Kurdistan ya ji Bakurê Kurdistanê di çarçoveya serdanên xwe yên li Başûr îro bi rêzê ve serdana Tevgera Jinana a Goran, Tevgera Azadî û RJAK’ê kir.