Zuleyha Gulum: Desthilatdarî ji jinan ditirse

Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum diyar kir ku desthilatdarî her tim ji têkoşîna azadiyê ya jinê ditirse û ji ber ku têkoşîna li Îranê ji tevgera jinên Kurd belav bû, ev tirsa desthilatdariyê mezin bûye.

Parlamentera Stenbolê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zuleyha Gulum têkildarî êrîşên desthilatdariyê yên li hemberî tevgera jinan, ji ANF'ê re axivî.

Gulum anî ziman ku êrîşên li dijî jinan bi rengekî piralî zêde bûne û got, "Ji aliyekî ve desteserkirina mafên me; derketina ji Peymana Stenbolê, êrîşên li ser destketiyên me, li aliyê din jî êrîşên li dijî têkoşîna azadiyê ya jinê, jinên Kurd û jinên femînîst. Bi destgîrkirin û girtinê hewl didin çalakiyên me, rêxistiniya me asteng bikin. Pêleke êrîşê ya piralî heye."

Gulum diyar kir ku operasyona qirkirina siyasî ya li hemberî jinên endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) ji vê pêla êrîşan cuda nîne û wiha dewam kir, "Şêweyê êrîşê yên 25'ê Mijdarê, hewldanên astengkirinê û biryarên hatin wergirtin hemû bi hev ve girêdayî ne. Tevî qedexekirin, dorpêçkirin û êrîşan jî me qad neterikand. Piştre jî li dijî hevalên jin ên TJA'yê operasyona destgîrkirinê hate destpêkirin. Armanc ji operasyonê bêdengkirin bû. Ji têkoşîna azadiyê ya jinê ditirsin û gelekî aciz dibin. Bi taybetî ji têkoşîna jinên Kurd ditirsin. Têkoşîna jinên Kurd li cîhanê deng veda. Bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' li cîhanê belav bû. Ji ber tirsa ji vê yekê operasyon kirin. Em hemû baş zanin ku dosyaya lêpirsînê ya amadekirine dûrî ji rastiyê ye. Ji xwe dadgerî jî di bin fermana wan de ye."

Gulum ragihand ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berxwedana jinê gelekî xurt e û li nava tevahiya civakê belav bûye û got, "Îro bi temamî veguheriye daxwazeke azadiyê. Li dijî zextê û feraseta bi serweriya mêr berxwedan bi xurtî dewam dike. Li Tirkiyeyê jî têkoşîna azadiyê ya jinê û têkoşîna femînîst li cihekî gelekî xurt e. Desthilatdarî bi taybetî ji têkoşîna azadiyê ya jinê ditirse, lê belê piştî têkoşîna jinê ya li Îranê hîn bêhtir tirsiya ye. Ji ber ku ev têkoşîn ji tevgera jinên Kurd belav bûye, desthilatdarî hîn bêhtir ditirse. Êrîş bi taybetî li hemberî jinên Kurd têne kirin. Ne tenê bi operasyonan her wiha bi rêbazên şerê taybet êrîş têne kirin."

Gulum destnîşan kir ku di hilbijartinê de ew li cihekî gelekî girîng in û ragihand ku eger desthilatdarî hebûna xwe dewam bike, hingî wê faşîzm bi saî bibe. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê diyar kir ku faşîzm ji bo vê yekê hewl dide dengê her kesî bibire û got, "Em jin, ku dijberê vê sîstemê ne, ji ber vê yekê hewl didin dengê jinên pêşeng bibirin. Li gel pêla êrîşê jî me di 25'ê Mijdarê de bi şênberî dît ku jinan qad neterikandine."