Li Nisêbînê jina ku gule li serî ket jiyana xwe ji dest da
Nûrşîn Turan a ku li Nisêbînê bi çekê hatibû gulebarankirin, jiyana xwe ji dest da.
Nûrşîn Turan a ku li Nisêbînê bi çekê hatibû gulebarankirin, jiyana xwe ji dest da.
Nûrşîn Turan a ku di 6'ê Kanûnê de li Taxa Elîka ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di mala xwe de bi çekê hatibû gulebarankirin, hat dîtin, li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mêrdînê ya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Hat îdîakirin ku Nûrşîn Turan a ku ji aliyê çepê yê serê xwe gule xwariye întîhar kiriye.
Birayê Turan ê ku ji ber mirina bi guman hatibû destgîrkirin, serbest hat berdan.