Deriyê Brandergbûrgê bi slogana ‘Jin, jiyan, azadî’ hate xemilandin

Ji bo piştgiriya çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, Deriyê Brandenbûrg a ku sembola Berlînê ye, bi lempeyên bi nivîsa ‘Jin, jiyan, azadî’ hate xemilandin.

Ji bo piştgiriya serhildana ku bi pêşengiya jinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê didome û şermezarkirina êrîşên ku dewleta Îranê dibe ser xwepêşanderan, li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye, çalakiyeke bi roniyan hate kirin.

Bi biryara Şaredariya Bajarê Mezin slogana ‘Jin, jiyan, azadî’ ya ku bûye slogana jinên dinyayê li ser Deriyê Brandenbûrg (Brandenbûrger Tor) bi roniyan hate bicihkirin. Ev derî him sembola Berlînê û him jî ya Elmanyayê ye. Li jora derî jî bi Farisî ‘Zan, zandegî, azadî’ hate nivîsandin.

Şaredara Bajarê Mezin a Berlînê Franzîska Gîffey jî wêneyên derî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal weşand û got “Ez bi heyranî li cesareta jinên li Îranê temaşe dikim. Berlîn bi we re ye.”