Serdanên heyeta Platforma Yekitiya Jinên Kurd ên li Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Di vê çarçoveyê de heyeteke ji platformê di 11’ê Kanûnê de çû serdana Başûrê Kurdistanê û ji ewil li Hewlêrê bi rêxistinên jinan re civiya. Şande, duh jî çû serdana Silêmaniyeyê. Serdanên heyetê îro jî li Silêmaniyeyê berdewam kirin.
Şandeya Platformê îro bi Koma Jinên Azad ku tevahiya aliyên cuda yên Başûrê Kurdistanê di nav de cih digrin re civiya. Di encama civînê de hate diyarkirin ku wê “Yekitiya Jinên Kurdistanê” were avakirin. Armanca sereke ya ji vê hewldanê ew e ku jinên her çar parçeyên Kurdistanê di bin sîwanekê de kom bibin da ku di mijara aştî û yekitiya gelê Kurd de xwedî biryar bin.