Îran ji Komîsyona Jinan a Neteweyên Yekbûyî hat derxistin

Di encama zextên dîplomatîk ên DYE’yê de Îran ji komîsyona jinan a Neteweyên Yekbûyî hate derxistin.

Konseya Aborî û Civakî ya Neteweyên Yekbûyî (ECOSOC) di civîna xwe ya li avahiya xwe ya New Yorkê de deng da ku bila Îran ji Komîsyona Mercên Jinan (CSW) 'bi bandoriya lezgîn' were derxistin.

Di dengdana li ECOSOC ku CSW girêdayî wê ye ji bo Îran ji komîsyonê were derxistin 26 dengên erê, 16 dengên bêalî û 8 dengên na hatin dayîn.

Pêşnûmeya biryarê ji aliyê DYE’yve hate dayin ku ji sala 1980'î û vir ve bi Îranê re xwedî têkiliyên dîplomatîk ên fermî nîne. Beriya vê pêşnûmeya biryarê di qada navneteweyî de 165 hezar îmze hatin komkirin.

Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Qesra Spî Jake Sullivan got: "Ev dengdaneke dîrokî ye ji bo bersivdana zordestiya sîstematîk a ku rejîma Îranê li ser jin û keçan dike."

Hevalbendiya Dewletên Yekbûyî li Brîtanyayê bi wesîleyê Wezîrê Derve James Cleverly biryar silav kir. Cleverly li ser hesabê xwe yê twitterê ev tişt nivîsî: "Rejîmeke ku jin û keçên Îranî bi awayekî hovane tepeser dike, di komîsyonê de cihê wê nîne."

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) bersiva NY'yê ya "dûrî hedefê" rexne kir.

HRW'ê diyar kir ku divê civaka navneteweyî "zexteke bi koordînekirî ya lezgîn" bike da ku kampanyaya tundûtûjiyê ya li Îranê bi dawî bike û berpirsyar bên darizandin.

Piştî qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî di 16’ê Îlonê de ji aliyê polîsên exlaqî ve li Îranê tevgereke gel a bêhempa pêk tê. Di xwepêşandanan de ku bi sedan kes hatin qetilkirin, bi deh hezaran kes hatin girtin û gelek kes jî hatin darvekirin.