Hevdîtinên şandeya Yekîtiya Jinên Kurdistanê didome
Şandeya Platforma Yekîtiya Jinên Kurdistanê a Bakurê Kurdistanê çû serdana jinên sosyalîst û Rêxistinên Peywendiyan a Jinên Kurd.
Şandeya Platforma Yekîtiya Jinên Kurdistanê a Bakurê Kurdistanê çû serdana jinên sosyalîst û Rêxistinên Peywendiyan a Jinên Kurd.
Şandeya Yekîtiya Jinên Kurdistan a Bakurê Kurdistanê serdana Yekîtiya Jinan a Partiya Sosyalîst a Demokratîk a Kurdistanê kir. Şande piştre jî çû serdana Yekîtiya Jinan a YNK’ê û Rêxistinên Peywendiyan a Jinên Kurd (REPAK).
Seroka Yekîtiya Jinan a Partiya Sosyalîst Demokratîk a Kurdistanê Pexşan Mihemed pêşwazî li şandeyekê kir. Pexşan Mihemed têkîldarî serdanê jî Rojnewsê re axivî û got: “Em rêxistina pêşxistina jinên Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê bi vê serdana vê şandeyê kêfxweş in. Şandeya Bakur di serdana xwe de pêşniyara avakirina platformek jinan a her çar parçeyên Kuristanê kir. Em bi vê pêşiyazê gelek kêfxweş in. Partiya me berê de jî timî piştgiriya aştî û mijarên cuda yên parçeyên din ên Kurdistanê bû û wê di siberojê de jî wiha be.”
Piştre şandeya Platforma Yekîtiya Jinên Kurdistan a Bakurê Kurdistanê serdana Yekîtiya Jinan a YNK’ê kir. Piştî guftûgo û nîqaşan, Endama Sekreteriya Yekîtina Jinan Seywan Rustem têkildarî serdanê de axivî û got: “Em xêrhatina vê şandeyê dikin. Li her çar parçeyên Kurdistanê nêzikbûna jinan karekî erênî ye, ji bo em hemû zêdetir nêzî hev bibin û li ser pirsgirêkên jinan kar bikin, ev serdan girîng in.”
Piştre şandeya Platforma Yekîtiya Jinên Kurdistan ya Bakurê Kurdistanê çû serdana REPAK’ê. Di guftûgoyan de soza karê bi hev re û têkoşîna hevbeş a ji bo pêşxisitna peywendiyên jinan a li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê dan.