'Heta ku êrîşên li ser Kobanê biqedin em ê çalakiyan bikin'
Di çalakiya nobedê de ya li ser sînorê Pirsûs-Kobanê hate gotin, "Heta ku êrîşên li ser Kobanê biqedin em ê çalakiya xwe dewam bikin."
Di çalakiya nobedê de ya li ser sînorê Pirsûs-Kobanê hate gotin, "Heta ku êrîşên li ser Kobanê biqedin em ê çalakiya xwe dewam bikin."
Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma çete ya Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Pirsûs a Rihayê û Kobanê hatiye destpêkirin di roja 2’yemîn de didome. Çalakiya nobetê, bi pêşengtiya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hatiye destpêkirin. Parlamenterên DEM Partiyê yên Rihayê Omer Ocalan û Ferît Şenyaşar, hevşaredar û gelek kes beşdarî çalakiya nobetê bûn. Girseyê tevî hewldanên polîsan ên ji bo astengkirinê jî nobeta xwe domand û heta demeke dirêj li ber stranên Kurdî govend gerand.
Li cihê nobetê daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de pankart û dovîzên “Rojava rûmeta me ye” û “Em bi hev re bi ser ketin û wê bi hev re biparêzin” hatin hilgirtin. Di heman demê de wêneyên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de hatin qetilkirin, hatin hilgirtin. Hevserokê DBP'ê ya Rihayê Mahmût Manas diyar kir ku wê xwedî li Kobanê derkevin.
Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol jî tiştên di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de qewimîn bi bîr xist û wiha got: “Di 8’ê Kanûnê de li Sûriyeyê serdemekî nû dest pê kir. Mudaxileyî îradeya gelên Sûriyeyê ya xwebixwebirêvebirinê tên kirin. Ev mudaxile, demokratîk nînin. Înîsiyatîfa tayînkirina qedera xwe, di destê gelên Sûriyeyê de ye. Divê her kes ji bo vê rêz bigire. Divê polîtîkayên ewlehiyê bên bidawîkirin. Heke îro em li ber vê sermayê nobetê bigirin, sedema vê girîngiya em bi pêvajoyê didin e.”
Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar jî wiha got: “Me di sala 2014'an de Kobanê çawa parastibe, em ê îro dîsa biparêzin. Ji bo Kobanê bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Kesên li Kobanê xizmên me ne. Dinyayê Kobanê bi berxwedana wê nas kir. Tenê Tirkiyeyê ev destan nedît û hewl da bi rêya çeteyan êriş bike. Rojnameger bi SÎHA’yan hatin qetilkirin. Ew di rêya heqîqetê de meşiyan û em jî dê li ser rêya wan bin. Em aştiyê dixwazin. Heta ku êrişên ser Kobanê bi dawî dibin jî em ê çalakiya xwe bidomînin.”
Daxuyanî, bi dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" û "Rojava rûmeta me ye" bi dawî bû.