Talîbanê perwerdehiya zanîngehê li jinan qedexe kir

Rêveberiya Talîbanê ya Efganistanê diyar kir heta biryareke duyemîn wan perwerdehiya zanîngehê li jinan qedexe kirine.

Li Efganistanê berê jî perwerdehiya lîseyê li jinan hatibû qedexekirin.

Berdevkê Wezareta Perwerdehiya Bilind a Efganistanê Hafiz Zeîyaûllah Hashîmî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal diyar kir wan qedexe kirine ku jin biçin zanîngehê û got “Li gorî biryara Lijneya Wezîran heta biryareke duyemîn, perwerdehiya jinan hatiye sekinandin.”

Beriya biryarê jî bi şertê ku jin bi mêran re rûnenên û li gorî prosedurên cil û bergan tevbigerin, dikaribûn tevlî dersan bibin.