Li Amed û Stenbolê li dijî destdirêjiya li zarokan çalakî

DAKAP’ê li dijî destdirêjiya li zarokan a li terîqet û cemaetan çalakiya "xeleka morê" li dar xist. Jin li Bakirkoyê jî li hev civiyan û bi çalakiyekê îstîsmar protesto kirin.

Platforma Jinan a Dîcleyê ya Amedê (DAKAP) li dijî destdirêjiya li zarokan a li terîqet û cemawetan li Qada Şêx Seîd çalakiya "xeleka morê" li dar xist. Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulîstan Atasoy û gelek jin tev li çalakiyê bûn. Di destpêka çalakiyê de dirûşmeyên "Em ê zarokên xwe teslîmî tariyê nekin, em ê nehêlin kiryar bên fihêtkirin", "Derya Yanik îstifa ", "Destdirêjiya li zarokan siyasî ye", "Destê ku digihêje zarokan divê bê şikandin", "Edaleta rast, ne mêr e",  "Zarok bêdeng namînin û hûn jî bêdeng neminin” û "Cihê zarokan dibistan e" berz kirin.

Hevseroka HDP'ê ya Amedê Atasoy bibîr xist ku Serokê Weqfa Hîranurê ya girêdayî Cemaata Îsmaîlaxayê Yûsûf Ziya Gumuşel keça xwe ya 6 salî bi midûrê xwe re zewicandiye û Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakê jî li hemberî rewşeke wiha bêdeng maye. Atasoyê bilêv kir ku ev bûyer li kîjan weletî rû bidana dê her kes deng derxistina û wiha got: “Di dema muzakereyên budçeyê de ev destdirêjî hat bihîstin. Di lijneya meclîsê axivîn û gotin ev 2 sal in haya me ji vê rewşê heye. Vê jî bi rengekî rûşûştî dibêjin."

Atasoyê destnîşan kir ku destdirêjiya li zarokan polîtîk e, ne tiştekî takakesî ye." Atasoyê gotina Serokkomarê AKP’î Erdogan ku gotibû "Em ê nifşekî dîndar mezin bikin" bibîr xist û got ku piştî vê zarok teslîmî terîqet û cemawetan kirin. Atasoyê wiha domand: "Beriya niha jî Tirkiye bi rewşeke wiha re rû bi rû mabû. Wezîrên berê yên Polîtîkayên Malbat û Civakê jî tevgerên mîna yên Derya Yanîkê dabûn der. Weqfa Ensarê tê bîra we. Wezîra Malbatê ya wê demê gotibû çi? Gotibû, 'Tiştek ji carekê dernayê.' Mixabin îro feraseteke bi vî rengî, li vî welatî desthilatdar e. Di dema desthilatdariyê de zarokên xwe bi zihniyeteke olî, reaksiyonel ku ji bo amûrên xwe yên îdeolojîk bi kar tînin mezin dikin û kesên destdirêjiyê dikin, kujer û dizan tînin daxilî nava vê civakê dikin. Kesên ku li dîjî van kesan jî bi barîqatan, qedexe û êrişan re rû bi rû dimînin, diekvin ber lêpirsînan. Her tim jinên ku serî natewînin ceza dikin û wan dixin girtîgehan."

‘BÊCEZAKIRIN BÛYE POLÎTÎKAYEK’

Atasoyê der barê darazê de jî ku bûye amûreke siyasetê ev tişt gotin: “Dadgeh, hemû kesên destdirêjiyê dikin ber dide. Ev bûye wekî polîtîkayekê. Ev kes wêneyan bi wezîran re digirin. Serokê MHP’ê yê Amedê yê berê Cîhan Kayaalp bi awayekî sîstematîk dest dirêjî zarokekî kiribû û hatibû girtin. Lê midûrê polîsan ku lêpirsîna Kayaalp dimeşand, bi darê zorê ew teqawid kirin. Dadgerê ku ev destdirêjî rewa kir, derket holê ku Mûsa Orhanê ku destdirêjî Îpek Erê kiribû berdaye. Li vî welatî bi alîkariya darazê, burokrasiyê û çapemeniya alîgir her cure destdirêjî û destavêtin bê ceza dimînin. Û dixwazin van kesan bikin rêveberê vî welatî."

Atasoyç di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Bedêl çi bibe bila bibe, em ê siberoja zarokan teslîmî vê desthilatdarê û terîqet û cemawetan nekin. Em jin, baweriya me bi dozger û burokratên we nayê. Jin li her derî ne û dê rêxistinkirina xwe zexm bikin û xwedî li mafên xwe derkevin. Ne hûn ne jî wezîrên we nikarin pêşiya me bigrin. Em bi ‘Jin, jiyan azadî’yê li hemberî we ne."

Çalakî bi berzkirina dirûşmeya  “Jin, jiyan, azadi”yê bi dawî bû.

STENBOL

Jin li navçeya Bakirkoya Stenbolê li hev civiyan û bi dirûşma "Li vî welatê ku îstîsmar lê tên efûkirin, tu zarok ne ewle ye" li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê îstîsmar protesto kirin. Hevseroka Komîsyona Koçber û Penaberan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Elîf Bûlût û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn.

Ji Jinên Bakirkoyê Nazli Andan anî ziman ku ji bo protestokirina destdirêjiyê hatin ba hev û got: “Em naxwazin ku hîn bêhtir jin û zarok rastî îstîsmarê bên. Em dixwazin zêdetir jin cesaretê ji hebûna me ya li vir, deng û çalakiya me bigirin.”

Andanê bertek nîşanî biryara beraetê ya ji doza Serokê MHP'ê yê Amedê Cîhan Kayaalp tevî tecawiza zarokê hatibû girtin jî got, “Hûn sûcdarin. Yên ku vî sûcî dikin, ên dizanin û bêdeng dibin, ên ku li hemberî cemaetan deng dernaxin, ên ku sûcdaran diparêze û wan serbest dihêle hûn hemû sûcdarin.“

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.