Femînîsta Berlîn, Kolektîfa Jinan a Jiyan Azad, Cenî, Meclîsa Jinê Dest Dan, Women Defend Rojava, Gemeinsam Kämpfen û Komîna Şehîd Sara Dorşîn bi awayekî hevpar roja Çarşemê merasîma bîranînê li darxistin. Merasîma bîranînê bi deqeyek rêz girtinê dest pê kir.
Di axaftina li ser navê Tevgera Jinên Kurd hat kirin de hat gotin, "Em şopdarê Sakîne, Bêrîtan, Zîlan, Avesta û bi hezaran şehîdên jin, Jîna Emînî û tevahî jinên berxwedêr ên li dijî rejîma Îranê li ber xwe dane, bi rêzdarî bibîr tînin û silav dikin."
Aktîvîstên Belûcîstanê ji bo bîranînê peyam şandin û diyar kirin ku navenda vê berxwedanê Kurdistan û Belûcistan e û wê berxwedanê berfirehtir bikin.
Endamên Feminista Berlînê, Komîna Şehîd Sara Dorşîn û Gemeinsam Kaempfen jî axaftin kirin û stranên bi Elmanî stirîn.
Ji bo Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî û Elî Haydaran ên di sala 2010'an de ji aliyê dewleta Îranê ve hatin darvekirin, helbest hatin xwendin û bi zimanê Kurdî jî klamên dengbêjiyê hatin gotin.
Çalakiya bîranînê piştî nîşandana sînevîzyonê bi nivîsandina daxwazên li ser dara ku şalê jinên Kurd lê hatin daliqandin, bi dawî bû.