Li Torînoyê protesto: Dewleta Tirk êrîşî heqîqetê dike
Li bajarê Torîno yê Îtalyayê Kurdistanî û dostên wan qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn protesto kirin.
Li bajarê Torîno yê Îtalyayê Kurdistanî û dostên wan qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn protesto kirin.
Li bajarê Torîno yê Îtalyayê qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ji aliyê dewleta Tirk hat protestokirin.
Kurdistanî û ‘Defend Kurdistan’ çalakiya xwe li ber Raî TV’yê lidar xistin. Di çalakiyê de bêdengiya Raî TV’yê û dewleta Tirk a ku rojnamevanan dike hedef û qetil dike, hat şermezarkirin.
Di çalakiyê de daxuyanî hat dayîn û hat diyar kirin ku dewleta Tirk di şexsê rojnamevanên Kurd de heqîqetê hedef digire û li dijî êrîşên dagirkeriyê nerazîbûn hat nîşandan.
Di çalakiyê de pankarta “Cîhan û Nazim di rêya heqîqetê de şehîd bûn” hate vekirin û li ser dîwarên Raî TV’yê YPG/YPJ’ê hatin nivîsandin.
Di çalakiyê de bênavber dirûşmeyên mîna “Bijî Kurdistan”, “Bijî Rojava”, “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin û gelek belavok hatin belav kirin.