'Em deng û rengê jinên Mexmûrê nîşan didin'

Xebatkarên Jin TV ên li Mexmûrê diyar kirin ku ew di xebatên xwe de hewl didin bedewiya jinê derxînin pêş û gotin, ji bo hemû cîhan rûyê rast ê dewleta Tirk bibîne divê jin kedek mezin bide.

Ji destpêka avabûna Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û vir ve karên çapemeniyê lê tê meşandin. Lê di 8’ê Adara 2019’an de, komek ji endamên Ragihandina Jinê (RAJIN) ofîsa Jin TV li wargehê ava kirin û ji hingî ve li nava wargehê bi awayekî çalak dixebitin. Endamên Jin TV a Mexmûrê, têkildarî karên xwe ji ANF'ê re axivîn.

GELEK BERNAME TÊNE AMADEKIRIN

Mizgîn Marînos got, "Gelek bernameyên me yên siyasî, çandî û civakî hene. Niha em bernameyekê li fikrên jinê yên têkildarî siyasetê amade dikin. Bernameyek din jî ya şopên jiyanê ye ku jiyana dayikan vedibêje. Bernameyek zarokan a bi navê ‘Şengilok’ amade dikin. Her wiha me di dema nû de, bernameyek ‘Keça min, Dayê’ ku qala jiyan û xeyalên şehîdên jin dike, amade kir."

'EM HEWL DIDIN KU RENG Û BEDEWIYA JINÊ BIDIN PÊŞ'

Marînos ragihand ku eger jin bi hêza xwe zanibe, dikare gelek zor û zehmetiyan derbas bike û bigihîje armanca xwe û wiha dewam kir, "Her çiqas wargeh qadek teng jî be, bi rastî jî xebatên hêjayî dîtinê derdikevin holê. Ev jî motîvasyona me ya ji bo kar zêdetir dike û em hîn zêdetir bi karê xwe ve tên girêdan. Ji destpêka dîrokê heta niha, her ku çûye deng, reng û bedewiya jinê hatiye veşartin. Em bi vî karî vê bedewiya jinê derdixin pêş û ev yek jî ji bo me dibe moral. Ev bedewî jî bi saya keda Rêber Apo û bi hezaran şehîdên ku li ser rêya azadiyê şer kirine û canê xwe feda kirine."

'DEWLETA TIRK ÊRÎŞÎ WAN ROJNAMEVANAN DIKE KU RASTIYÊ RABER DIKIN'

Marînos destnîşan kir, ku dewleta Tirk li ser bingehê qirkirina gelê Kurd û gelên herêmê, hatiye avakirin û wiha got: "Bi taybetî van salên dawî ji bo tunekirin û çewisandina destketiyên Kurdan ketiye nava hewldanan. Bi pergala êşkenceyê, ango tecrîda Îmraliyê xwestin ku di şexsê Rêber Apo de têkoşîna jinê têk bibin. Dewletên NATO’yê li hemberî berxwedana Rêber Apo, têk çûn. Piştî ku armanca wan a li Îmraliyê pêk nehat, êrîşên xwe yên li ser qadên gerîla zêde kirin. Em temaşe dikin ku li vir jî nikarin bi ser bikevin û bigihîjin armanca xwe. Vê carê dest bi destgîrkirina wan rojnamevanan kir ku rastiya dewleta Tirk nîşan didin."

Mizgîn Marînos di dawiya axaftina xwe de, ev bang kir: "Ji bo rûyê rast ê dewleta Tirk bê nîşandan hemû cîhanê, divê jin kedek mezin bide. Lewma em bang li hemû xebatkarên jin ên çapemeniyê dikin ku hîn zêdetir hêz û zanebûna xwe ya çapemeniyê, derxin pêş ku em bikarin rûyê rast ê dewleta Tirk derxin pêş."

'EM HEWL DIDIN CÎHANÊ BI DENG Û RENGÊ JINÊN MEXMÛRÊ BIHESÎNIN'

Endamek din Jin TV Qeder Kar anî ziman ku nêzî saleke ew vî karî dike û got, "Em karê xwe yê xweser piranî li ser esasê jinê bi rê ve dibin. Em wek Jin TV tiştên ku rojane diqewimin û hem jî kar û keda jinê ya di çand, aborî û siyasî de dişopînin. Em hewl didin ku deng û rengê jinên wargehê bi hemû cîhanê bidin bihîstin. Jin TV hêza xwe ji ked û têkoşîna Rêber Apo ya ku ji bo jinê daye, girt û hat avakirin. Niha hem li qadên Kurdistanî û hem jî Ewropayê, xebatên Jin TV tên meşandin."

Qeder Kar destnîşan kir ku ew hemû xebatên xwe li ser esasê fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd bi rê ve dibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ez wek xebatkarek a Jin TV bang li hemû ciwanan, bi taybetî jinên ciwan dikim ku xwedî li paradîgmaya Rêber Apo derbikevin û divê bibin mînaka pergala neteweya demokratîk."