JIN
Hemû Nûçe
-
Meha Sibatê herî kêm 24 jin hatin kuştin
Li gorî nûçeyên di nava meha Sibatê de hatin weşandin, herî kêm 24 jin ji aliyê xizmên xwe ve hatin kuştin. -
Li dijî dîktator 96 hezar îmze hatin komkirin
Bi çarçoweya kampanyaya ''Ji bo darizandina dîktatator 100 sedem'' a TJK-E'yê 96 hezar îmze hatine komkirin. -
Çalakiyên 8’ê Adarê li Kurdistanê destpê kirin
Bi pêşengtiya TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê çalakî hatin kirin. -
KBHD: Jin bi rêxistinbûna yekbûyî dikarin bi ser bikevin
KBDH'ê 8'ê Adarê pîroz kir û destnîşan kir ku li dijî her cûre êrişên faşîzmê divê jin bibin yek û bexwedana yekbûyî bi rêxistin bikin. -
Ronahî Serhat: Cewhera 8'ê Adarê, raperîn e
Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhat destnîşan kir ku îsal jî wê di 8'ê Adarê de lêpirsîneke radîkal li sîstemê bê kirin û got, "Cewhera pîrozbahiyê, serhildan e. Hesabpirsîna ji sîstemê ye." -
Li Kerkûkê derbarê 8’ê Adarê semînarek hate dayîn
Li bajarê Kerkûkê di derbarê roja 8’ê Adarê Roja Jinên Kedar a Cîhanê semînarek hate dayîn. -
Jinên Hesekî banga parastina şoreşê kirin
Jinên Hesekî ji bo Hevseroka bajaroka Meclîsa Til Şeyir a Şedadê Sade Feysel El Hermas û alîkara wê Hindê Letîf El Xidar daketin qadan û banga parastina şoreşa jinê kirin. -
Li Minbic, Tebqa û Amûdê çalakiyên 8’ê Adarê
Li bajar Minbic, Tebqa û Amûdê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê bi çalakiyên cihê hatin pîrozkirin. -
TJA: Gav bi şûn ve navêjin, em ê dengê xwe bilind bikin
TJA ya ku têkildarî 8’ê Adarê daxuyaniyek da û got: “Hewldanên bêrûmetkirin, qetlîamên li ser jinan çawa ku gavê bi me paş ve nade avêtin, gavê ber bi azadiyê ve hê bi hêztir, dengê me hê xurtir bili -
Peyama KJK’ê ya 8’ê Adarê: Em ê jin ser bikevin
Koordînasyona KJK’ê li ser 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê nirxand û got: “Bang dikin ku bi coş û bi hêz tevlî grevên jinan bibin û têkoşînê xurt bikin.” -
Li Şengalê amadekariyên ji bo 8’ê Adarê
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di çarçoveya amadekariyên 8’ê Adarê de li navenda Şengalê afîş daliqandin. -
PYD û Kongreya Star li ser 8’ê Adarê ji bo jinên Rojava civînek lidar xistin
Meclîsa Jinan a PYD’ê û Kongreya Star ên Başûrê Kurdistanê bi hevpar li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê bi nêzîbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê civînek ji bo jinên Rojava yên penaber lidar xistin. -
Jin ji bo 8’ê Adarê civiyan
Jinên ku endamên sendîka û rêxistinên pîşeyî ne, diyar kirin ku li her qadê têkoşîna li dijî pergala mêrserwer didome û daxwazên xwe eşkere kirin. -
Jinan guh nedan astengiya polîsan: Em ê dakevin qadan
Jinan xwestin li Bakirkoyê çalakiyekê li dar bixin, lê belê polîs li pêşiya wan bûn asteng. Jinan gotin, "8'ê Adarê em ê tevî hezaran kesî dakevin qadan." -
Li Amedê çalakiyên 8’ê Adarê hate destpêkirin
Li Amedê gelek jinan dest bi çalakiyên ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kirin. Ligel ku polîsan asteng kir jî jinan çalakî domandin. -
Meclîsa Jinê ya HDP'ê bernameya 8'ê Adarê eşkere kir
Meclîsa Jinê ya HDP'ê, bernameya xwe ya çalakiyên 8'ê Adarê eşkere kir ku wê bi dirûşma "Em ji bo azadiya xwe serî hildidin' pêk werin. Jin wê li gelek bajaran meş û mîtîngan li dar bixin. -
Li Dêrsimê çalakiyên ji bo 8’ê Adarê hatin destpêkirin
Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Dêrsimê bi şîara ‘Serhildana me ji bo azadiya me ye’ dest bi çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kirin. Li Şirnex û navçeyên wê jî di çarçoveya çalakiyan de ji girtiyên jin re kart hate şandin. -
Newaya Jin: Em li ser şopa eslê dayikê ne
Rojnameya Jinê Newaya Jin hejmara xwe ya 192'an bi manşeta "Em li ser şopa eslê dayikê ne" weşand. Di hejmara nû de ku giraniyê dide ser têkoşîn û destketiyên jinê yên sala 2020'î, her wiha cih dide gotarên li ser 8'ê Adarê. -
Jin ji bo azadiyê bang dikin
Jin di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar de li dijî hejarî, dizîna kedê, tecrîd, desthilatdarî û şîddeta dewletê bang dikin. -
Kampanya 100 hezar îmzeyî dewam dike
Kampanya "100 sedem û 100 hezar îmze ji bo darizandina dîktator" ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê di 25'ê Mijdara 2020'î dest pê kir, li Swîsreyê ber bi encamê ve diçe. -
'Ez Kurd im, lewma neçar im tevlî çalakiyan bibim'
Nûran Aba ku di çalakiyên tevgera siyasî ya Kurd de timî li refên pêş e, destnîşan kir ku ji ber têkoşîna rûmetê ya Kurdan, ew li refên herî pêş ên çalakiyan cih digire. -
Li Helebê çalakiyên ji bo 8’ê Adarê
Li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê ji aliyê Kongreya Star ve derbarê 8’ê Adarê çalakî û civîn hatin kirin. -
Li Silîvriya Stenbolê du jin hatin qetilkirin
Li navçeya Silîvrî ya Stenbolê zilamê bi navê Mûrat Berk dayîka xwe ya bi navê Gulsum Berk û jinbava xwe ya bi navê Guler Kaya qetil kir. -
Jinên Tîrêjên Rojê 4 karger û 23 wesayit dane ber êgir
Insîyatîva Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku yekîneyê wan çar kargeh û 23 wesayit şewitandine. -
KJAR'ê ji bo 8'ê Adarê bang li jinan kir
Koordînasyona KJAR'ê diyar kir ku ew 8'ê Adara îsal bi dirûşma 'Em bi yekgirtina jina qirkirinê bi dawî bikin' pêşwazî dikin û bang li jinan hemûyan kir ku bi vê dirûşmê dakevin qadên 8'ê Adarê.