Jinên Tîrêjên Rojê 4 karger û 23 wesayit dane ber êgir

Insîyatîva Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku yekîneyê wan çar kargeh û 23 wesayit şewitandine.

Insîyatîva Jinên Tîrêjên Rojê bal kişande ser serfiraziya gerîlayan a li Garê ya li dijî dagirkeriya Tirk û got, ''Hevrêyên Rêber Apo derseke dîrokî dane dewleta faşîst a TC'ê û kirine ku dijmin ji qerem bikeve.''

Di daxuyaniyê de têkilî çalakiyên ku yekîneyên wan kirine agahî hate parvekirin û hate gotin, yekîneyên wan 23'yê Sibatê li Edîrne Keşanê avahiyeke faş3istan û 3 wesayitên wan ên luks, 24'ê mehê jî li Tekîrdag Malkaraê 2 malên fihûşê ên AKP'yî û tecawizkaran, 1 depoya tekstîlê şewitandine.

Li ser çalakiya li Stenbolê jî hate gotin 25'ê mihê fabrîkayeke tekstîlê û 4 wesayitên luks ên faşîstên AKP-MHP'yî hatine şewitandin, 25'ê Sibatê li Kocaelî Gebzeyê fabrîkayeke malzemeyên paqijiyê û 4 wesayit hatine şewitandin, bi milyonan lîre ziyan dane xwediyê wan.

Insîyatîvê got 26'ê Sibatê li Sakarya Hendekê depoyeke nalbûrê yên faşîstên AKP'yî, li Stenbol Ataşehîrê 6 wesayitên luks ên faşîst, li Stenbol Kadikoyê jî wesayiteke serwîsê yên hevkarên AKP'ê û 5 wesayitên wan ên luks hatine şewitandin.