Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Dêrsimê, li avahiya HDP’ê ya bajar, bi civîneke çapemeniyê çalakiyên ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê da destpêkirin. Jinan di civînê de pankarta “Serhildana me ji bo azadiya me ye” vekirin. Di civînê de Hevseroka HDP’ê ya bajêr Nûrşat Yeşîl axivî û diyar ku wê dev ji maf û jiyana xwe bernedin.
Hevserok Nûrşat Yeşîl, da zanîn ku wê di 8’ê Adarê de bi hemû jinan re daxwazên xwe qîr bikin û wiha got: “Li dijî tundiya zilam, binpêkirina mafan, revandin û windakirinan, qetilkirina jinan, tacîz û tecawiz, lêgerînên tazî, şertên tecrîdê û her cura gotinên tundî û kînê yên li hemberî jinan serhildana me azadiya me ye. Em ji bo jinan edaletê dixwazin. Em ê dev ji maf û jiyana xwe bernedin. Li dijî edaleta zilam em ê bi hev re edaleta jinê pêk bînin. Em ê di 8’ê Adarê de li benda hemû jinan bin.”
Piştî daxuyaniyê çalakiyên ji bo 8’ê Adarê hatin destpêkirin.
ŞIRNEX
Li Şirnex û navçeyên wê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de ji PTT’ê ji girtiyên jin re kart hate şandin.
Jin bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP’ê hatin ba hev û li Cizîr û Şirnexê ji girtiyên jin re kartên 8’ê Adarê şandin.