KJAR'ê ji bo 8'ê Adarê bang li jinan kir

Koordînasyona KJAR'ê diyar kir ku ew 8'ê Adara îsal bi dirûşma 'Em bi yekgirtina jina qirkirinê bi dawî bikin' pêşwazî dikin û bang li jinan hemûyan kir ku bi vê dirûşmê dakevin qadên 8'ê Adarê.

Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilat (KJAR) bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, "Em dîroka 8'ê Adara 2021'ê bi pêngava 'Azadî ji bo Rêber Apo' û bi berxwedana azadiya jinê pêşwazî dikin. Li tevahiya cîhanê jin, mîrateya dîrokî ya têkoşîna azadiya jinê ku bi hezaran sala dimeşînin diparêzin, hevparî dikin, têkoşîna berxwedanê, ava dikin û bi vî awayî pêş dikevin. Îro jinên Kurd, ji bo paşerojeke azad a jinan û gelan berxwedaeke pir bi hêz û bi wate dikin. Bi berdêlên ku di encama vê berxwedanê de hatine dayin û bi têkoşîna azadiya jinê wê ev bexwedan di 8ê Adara 2021'ê de bigihêje lûtkeyê."

Koordînasyonê bal kişand ser çalakiyên jinan ên li çar aliyên cîhanê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin û wiha dewam kir, "Li dora Rêber APo dibin yek û dibêjin, 'Em ê wî azad bikin'. Bi vî awayî azadiya Rêber Apo êdî gerdûnî bûye. Ev biryardariya jinan û gelan hêzên serdest-komploger ên ku xwedî feraseta faşîst û zilamê serdest in ji kûr ve tirsandiye. Gelên me ji bo azadiya fîzikî a Rêber Apo li ser linga ne, em jî wekî jinên Rojhilatê Kurdistan bi wesîleya 8'ê Adarê bang li jinan hemûyan dikin ku di çalakî û rêxistinbûnê de yekîtiya xwe mezin bikin û têkoşîna xwe bilind bikin."

Dewamiya peyama KJAR'ê ya li ser 8'ê Adarê wiha ye:

"Em 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li jinên Kurd ên ku ji berxwedaneke bê emsal û bi wate re pêşengî dikin, li dayikên me, li hemû jinên ku di zîndanan de ji bo azadiyê têdikoşin û li jinên Rojhilatê Kurdistanê pîroz dikin. Di serî de hemû şehîdên me yên azadiyê ku di oxira azadiyê de jiyana xwe danîne holê em bi rêzdarî û bi mînet bi bîr tînin. Ji bo avakirina jiyana azad û xwedîderketina li bîranînên wan, em soza xwe dubare dikin.

Em xwe amade dikin ku vê 8'ê Adarê jî, bi berxwedanî û bi hêviyeke mezin pêşwazî bikin. Jin xwe amade dikin ku li Kurdistan, Rojhilata Navîn û gelek cihên dinyayê werin gel hev û li dijî zilamsalarî, zayendperestî, olperestî, netewperestî û zanistperestiyê helwesteke hevpar pêk bînin û bi vî awayî derbeyeke mezin li serdestiya zilam bidin. Va, ji xwe bi giştî sala borî li dijî faşîzma zilam-dewletê li qadan bûn û nîşan dan ku ewê ji qadan veneqetin. Heman demê, ew ê li dijî dagirkerî, mêtingerî û qirkirina jinê têkoşîna xwe ya hevpar bidomînin. Ji ber vê yekê, li dijî qetilkirina jin û zarokan, li dijî karesata ekolojîk, li dijî fuhuş û her wiha li dijî gelek pirsgirêk û qeyranên civakî yên di Rojhilata Kurdistanê de em bang li jinan dikin; Em rêxistinî bibin, em li gel hev bin. Em dibêjin di 8'ê Adara 2021'ê de de bi dirûşmeya 'Em bi yekgirtina jinan qirkirinê bi dawî bikin' li qadan bibin.

Jinên Kurd li her derê li dijî nabosên ku pergala kapîtalîst û modernîst ava kiriye bi avakirina jiyana demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ji bo berxwedana  gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bi hêvî û îdîayeke mezin pêşengî dikin.

Di serî de rejîma dagirker a dewleta Îranê bi feraseta zilam-dewlet li dijî jinê bi polîtîka û qanûnan, tacîzan, tecawûzan, her cûre rêbazên tundiyan qirkirina jinê pêş dixe. Dixwaze têkoşîna jinan a azadî û wekheviyê bi paş ve bixe. Ji ber vê yekê, li Rojhilatê Kurdistanê û li her cihî jin îdîaya xwe danîne holê ku ew ê li dijî vê yêkê bisekinin, li ber xwe bidin û meşa xwe ya azadiyê  hîn bêhtir xurt bikin. Helwesta jinan a zanebûn, rêxistinîbûn, hevparîbûn û bi hev re têkoşîn meşandin ji her demî zêdetir bûye. Wekî jinên Rojhilatê Kurdistanê, em 8'ê Adara 2021'ê bi dirûşmeya 'Em bi yekgirtina jinan qirkirinê dawî bikin' pêşwazî dikin. Em dizanin ku sedsala 21'emîn sedsala jinê ye û bi vê sekna xwe ya rêxistinbûn û têkoşînê em ketin vê sedsalê.  Ev serdem serdema jinê ye û bi têkoşîna hevpar a jinan re wê hîn bêhtir bilind bibe. Mêjiyê zilam wê nikaribe vê serdemê bizivirîne mehşerê. Rojhilatê Kurdistanê jî daniye holê ku hêza rêxistinkirî ya jinan, di veguherîna civakê de potansîyela herî bi bandor a azadiyê ye. Ji ber vê yekê em 8'ê Adara 2021'ê veguherînin sala jinan û qadan tije bikin.

Rêber Apo li ser rasteya paradîgmaya azadiyê ji bo jinan bîrdoziya azadiya jin û pergala konfederal a jinan pêş xist. Jinên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê vê yekê rêxistin dikin û ji têkoşîna azadiya gelên li Îranê dijîn re pêşengî dikin. Îro, rejîma Îran a dagirker bi polîtîkayên qirker êrîşî jinên Kurd dike, êrîşî nasnameya netew dike û ji ber nasnameya zayendî jin bi êrîşên pir alî yên pergala zilam-dewlet re rû bi rû tên. Heman demê ev bi qeyran û aloziyan tên sepandin.

Li dijî van hemûyan jî, şehîdên me yên pêşeng Şehîd Şîrîn Elemhûlî, Ş. Zîlan Pepûle, Ş. Axîn Makû, Ş. Ronahî Wan, Ş. Cîhan, Ş. Kawenda, Ş.Bêrîvan Hêjar, Ş. Bêrîvan Sine, Ş. Ozgûr bi têkoşîna azadiya jinê berxwedanê mezin kirin. Îro jî, jinên pêşeng ên di sengerên berxwedanê de ne, mîrateya têkoşîna azadiya jinê radikin û di Rojhilata Kurdistanê de bilind dikin. 

Li Rojhilatê Kurdistanê jinan, li dijî hemû êrîşên pergala zilamê serdest û zayendperestî xwe rêxistin dikin, ji bo azadiya xwe têdikoşin û helwesta berxwedana Şîrîn Elemhûlî û gelek hevalên din bilindkirinê ji xwe re esas digirin. Her wiha, bi taybetî di Bakur û Rojavayê Kurdistanê de li dijî sepanên qirkirina jinan, jin bi awayekî dîrokî li ber xwe didin û bi vê ruh û hişmendiyê ji bo têkoşîna azadiyê xwedî sekn in. Em têkoşîna wan jinan silav dikin. Ev azadî û meşa bi wate ji bo jinên Rojhilatê Kurdistanê jî dibe çavkaniya hêzeke mezin û dibe ezîma têkoşînê. Li çar parçeyên Kurdistanê, parastina herî mezin a hebûna jinan û gelê Kurd; sekn û têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd e. Bi vê seknên xwe, ew ê di avakirina neteweya demokratîk a azadixwaziya jinê de berxwedaneke bêhempa hîn bêhtir pêş bixin. 

Rêber Apo, di pergala êşkenceyê ya Îmraliyê de tê girtin. Em wekî jin û gelê Rojhilat baş dizanin ku ji bo vîna azadiya jin û gelê Kurd bişkînin ev tecrîda mutleq heye. Teslîmgirtin û şkandina vîna gelê Kurd tê armanckirin. Heta roja îro jî jinên Kurd bi berxwedaniyên xwe ti car destûr nedane vê yekê, ji îro şûn ve jî wê destûr nedin. Di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de, Rêber Apo ev 23 sal e li dijî êrîşên qirkirinê berxwedaneke biîhtîşam pêş dixe. Li ser Kurdê azad ê ku di şexsê Rêber Apo de şênber bûye, siyaseta dijmin a dewletê, sepanên faşîst ên derveyî mirovahiyê tê ferzkirin. 

Bi wesileya 8'ê Adara 2021'ê em dibêjin 'ji bo em paşeroja xwe rêxistin bikin û qirkirina jinê bidin sekinandin yekîtiya xwe bi hêz bikin'. Li dijî di temenê biçûk de zarokên tên zewicandin, jinên tên tecawûzkirin, tundî dibînin, xizan tên hiştin û her wiha li dijî hilweşandina ekolojîk, zayendperestî û sedare yên li Îranê em di wextê ku berxwedan û têkoşîna xwe bilind bikin de ne. Tenê bi têkoşîneke bi sînordar re nabe ku em dinyaya zilamê serdest têk bibin û di pêşengiya jinê de jiyaneke nû biafirînin. Ji ber vê yekê em wekî KJAR dibêjin ku: Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê pêwîstiya me hîn bi hêztir bi rêxistinkirinê heye. Em bi wesîleya 8'ê Adarê werin gel hev. Em dikarin bi rêxistinbûn û bi hev re bûyînê re ser bixin. Bi 8'ê Adarê re deng, reng, xwestek û têkoşînên jinên cîhanê bûne yek. Ji bo paşerojeke azad û wekhev ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi têkoşîn û rêxistinbûnê heye.

Şerê qirkirinê bi hemû leza xwe li Rojhilata Navîn û hemû perçeyên Kurdistanê berdewam dike. Tundî û faşîzma dewlet- zilam, qirkirina civaka ku xwe dispêre qirkirina jinê, qirkirina topyekûn wekî şer tê kûrkirin û tê pêşxistin. Li dijî vê em bi berxwedaneke topyekûn ji faşîzmê hesap bixwazin, daxwaz û vîna civakî pêş bixin. Me mînaka vê ya herî dawî li Garê di şexsê gerîlayên ku hêza azadiyê ne û destan nivîsandin de dît. Îro jî eşkere dibe ku pêwîstî hîn zêdetir bi parastina cewherî heye. Divê em li nava jinan hişmendiya parastina cewherî kûr bikin, li her qadê rêxistinî bikin û hêzên parastina cewherî mezin bikin. Em bawer dikin ku li hemû cîhanê berxwedana jinan, sekna wan a azadiyê û têkoşîna wan a gerdûnî wê dinya û jiyaneke azad, demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê biafirîne û wê pergala zilamsalarî têk bibe.

Sedsala 21'emîn sedsala jinê ye. Li dijî eqlê zilamê ku dixwaze vê sedsalê bizivirîne sedsala mehşerê li qadan bibin. Mêtingerî û faşîzm wê winda bike, gel û hêza pêşeng a azadiyê ango jin wê qezenc bikin."