TJA: Gav bi şûn ve navêjin, em ê dengê xwe bilind bikin

TJA ya ku têkildarî 8’ê Adarê daxuyaniyek da û got: “Hewldanên bêrûmetkirin, qetlîamên li ser jinan çawa ku gavê bi me paş ve nade avêtin, gavê ber bi azadiyê ve hê bi hêztir, dengê me hê xurtir bili

Tevgera Jinên Azad (TAJ) li ser 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê daxuyaniyek da.

TAJ’ê bibîr xist ku desthilat dixwaze ku hişmendiya mêr bixe nava civakê û bi vê yekê re qirkirina zayendî pêk bîne. TJA’ê diyar kir ku li hemberî vê jî jin xwe bi hemû rengê berxwedanê dipêçe û bersiva êrîşan dide.

‘DESTHILAT QIRKIRINA JINÊ PÊK TÎNE’

TJA’yê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser êrîşên destihlatê ya li ser jinê û got: “Ozlem Zengîn a bi hişmendiyeke ku xizmeta polîtîkayên qirkirina jinê dike, dixwaze jinan bê rûmet bike, bi bikaranîna gotinên ku hevzayenda xwe biçûk bixe, zilma serwer a mêr ku bi salan e tê domandin, berdewawm kiriye.”

TJA’yê diyar kir ku li welat di her alî de şidet heye û wiha pêde çû: “Li dijî jinên ku têkoşîna heq û berxwedanê dikin, bi rêya polîs û darazê operasyonên çavtirsandinê tên kirin. Hedefnîşandana jina, berovajî bendewariyên desthilatê hê zêdetir biryardariya me ya têkoşînê bihêztir û saxlem dike. Jin li dijî hemû êrîşan bê ku cihêkariyê bixe nava ziman, ref û aîdebûnê bi hemû dînamîkan re tê ba hev û bingehê têkoşîna hevpar mezin dike.”

 TJA’yê anî ziman ku îsal wê 8’ê Adarê bi dirûşma ‘Li dijî qirkirina jinê, jiyîn; li dijî tecrîdê jî azadiyê diparêzin’ bê pîrozkirin. TJA’yê da xuyakirin ku armanca jinê ne tenê mezinkirina piştevaniyê heman demê xwebûna berxwedana têkoşîna jinê kirine hedef û divê li ser vî bingehî bên ba hev.

‘GAV BI ŞÛNVE NAVÊJIN’

TJA’yê bi domdarî got: “Cezayên girtîgehê yên tên dayîn, revandin, hewldanên bêrûmetkirinê, qetilkirina jinan, çawa ku gavê bi me bi paş ve nade avêtin, gavên me yên ber bi azadiyê ve hê xurtir dike, dengê me jî hê xurtir dike. Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê re mîna hevrê Eren, Ayşe û Leyla qîr kirin, ‘em li vir in, em ê li vir bin, bi cihekî ve naçin.”