KBHD: Jin bi rêxistinbûna yekbûyî dikarin bi ser bikevin

KBDH'ê 8'ê Adarê pîroz kir û destnîşan kir ku li dijî her cûre êrişên faşîzmê divê jin bibin yek û bexwedana yekbûyî bi rêxistin bikin.

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH) bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Xeliya li ser zayendîperestiyê rabûye. Êdî tê zanîn ku parçebûna jin-mêr ji parçebûna biyolojîk wêdetir bûye parçebûnek serdest û bindestan" û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê li cografyaya me bûye navê serweriya mêr û têkoşîna tevgera jinê ya li vê cografyayê li dijî vê dîktatoriyê tê meşandin, şerê ji bo wekhevî û azadiyê tê dayin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ti hêzeke xwe ya civakî nemaye ku dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê xwe bispêrê û hate gotin, "Ne ji aliyê aborî ne jî ji aliyê siyasî ve jî hêzeke xwe nemaye. Yekane hêza di dest de maye siyaseta bi zordariyê ye. Hilweşandin, qirkirin, dagirkerî, xizankirin, kuştin û tunekirin e. Lê belê ev rê jî derfetê nade dîktatoriya faşîst ku xwe rizgar bike. Nekarî serî li jinan bide tewandin, nekarî berxwedana Bogazîçiyê têk bibe, nekarî HDP'ê bêdeng bike, nekarî 'dawî' li çalakiyên milîsan ên li bajaran û gerîla yên li çiyê bigire, nekarî qareqara serketinê li Garê bilind bike.

Ji pozîsyona êrişê neçar ma ku derbasî pozîsyona parastinê bibe. Bêguman ji niha ve dest bi amadekariya êrişên nû dike. Bêguman hedefa sereke ya êrişan jî wê jin be, têkoşîna wekhevî û azadiyê ya jinê û destketiyên wan be."

'LI DIJÎ FAŞÎZMÊ DIVÊ TÊKOŞÎNEKE HEVGIRTÎ BÊ MEŞANDIN'

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di vir de wezîfe dikeve ser milê jinan û hate gotin, "Têkoşîna hevgirtî ya li dijî faşîzmê divê li hemberî serweriya mêr û hetoroseksîzmê be. Têkoşîna li dijî serweriya mêr eger di xeta têkoşîneke hevgirtî ya li dijî faşîzmê neyê meşandin nikare bi ser bikeve.

Divê têkoşîna jinên li dijî tundiya mêr bi her cûre amûran xwe diparêzin û jin ên ciwan ên li dijî perwerdeya zayendîperestiyê, li ber zanîngeha jinê radibin; têkoşîna jinên akademîsyen ên ji rewşenbîriya bi rûmet tawîzê nade û jinên ji bo ewlehiya kar û jiyaneke mirovî li febrîqeyan di grevê de ne bibin yek. Jinên gundan ên xak û xwezaya xwe diparêzin û biryardariya jinên ku li girtîgehan di jiyana azad de israr dikin bibin yek.

Têkoşîna ji bo êrişên li ser destketiyên Peymana Stenbolê û têkoşîna ji bo destketiyên hevserokatiyê hev temam bikin. Têkoşîna li dijî bombekirina çiyayên Kurdistanê û tayînkirina qeyûman li şaredariyan, têkoşîna li dijî destavêtin û destdirêjiyê divê hevpar bibin."

'JIN Û BINDEST HEMÛ DIVÊ BIBIN YEK'

di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Li dijî her cûre êrişên faşîzmê, ku çavkaniya xwe ji ku digire bila bigire, li dijî êrişên li hembeî nasnameya jinê û ya zayenda bindest, divê jin bibin yek, berxwedaneke yekbûyî bi rêxistin bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de 8'ê Adarê li jinan hemûyan hate pîrozkirin.