Li Kerkûkê derbarê 8’ê Adarê semînarek hate dayîn

Li bajarê Kerkûkê di derbarê roja 8’ê Adarê Roja Jinên Kedar a Cîhanê semînarek hate dayîn.

Îro êvarê li navenda Meclîsa Herêma Kerkûkê ya Tevgera Azadî Komelgeha Kurdistanê bi minasebeta nêzîkbûna roja 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi tevlîbûna jin û mêrên bajêr semînarek ji aliyê Meclîsa Tevgera Azadî ya Kerkûkê ve hate lidarixstin.

Di destpêka Semînarê de ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Piştre semînar ji aliyê Parêzer Şîrîn Ebdulah ve hate pêşkêşkirin. Di semînarê de behsa dîroka Roja Cîhanî ya Jinan hate kirin, her wiha qala rola jinên Kurd ya ku çawa kariye di şoreşên Kurdî de pêşengtiyê bike hate kirin.

Di semînarê de Parêzer Şîrîn Ebdulah wiha dîroka roja 8’ê Adarê anî ziman: “Bijratina 8’ê Adarê wek roja jinan li cîhanê de vediger nerazîbûn û sekna karkerên tekstîlê yên jin ya sala 1857 li bajarê New York a Emerîkayê. Karê zêde û dijwar û heqdestê kêm ya karkerên jin ya dawiya sedsala 19. û destpêka sedsala 20. wisa li jinan kir ku ji bo bi destxistina mafên xwe nerazîbûnên xwe nîşan bidin. Di wê rojê de karkerên tekstîlê yên jin li kargehekî mezin a cil û berg de li hemberî zehmetiya kar, heqdesta kêm û ne başbûna rewşa darayiyê nerazîbûna xwe nîşan dan, ew nerazîbûn belavî gelek jinên li kargehê bû û domkir.”

Ebdulah di berdewamiya axaftinên xwe de helwesta karbidestan a li hemberî nerazîbûna jinan kir û got: “Di 8’ê Adara 1908’an de piştî derbasbûna 50 salan karkerên tekstîlê yên jin li bajarê New Yorkê tevî bibîranîna wê rojê, ji ber westana kar û heqdesta kêm dest bi nîşandana nerazîbûnê kirin, karfermayê wê kargehê bi alîkariya ewlekarên kargehê ji bo ku pêşî li nerazîbûna beşên din ê kargehê bigrin, wan jinane li cihekê kargehê zindanî dike. Ji ber sedemekî ne diyar agir bi kargehê dikeve û tenê çend karkerên jin ên dîl hatibûn girtin karî xwe rizgar bikin. Di wê demê de 129 karkerên jin di wê agirê de şewitîn.

Roja 8’ê Adarê bi rengekî wek rojek ji bo nerazîbûna jinan ya li hemberî bê edaletiyê di hişê gel de maye. Di salên piştre de li welatên Ewropa û Emerîkayê nerazîbûnên jinan wek xwepêşandan û zextkirina ji bo mafên jinan domkir.”

Di semînerê de her wiha Ebdulah bahsa pêvajoya piştî şerê cîhanê yê duyemîn kir û anî ziman: “Di pêvajoya piştî şerê cîhanê yê duyemîn de ango sala 1946’an li welatên Ewropaya rojava merasîma 8’ê Adarê birêveçû. Li wan welatan ev roj bi fermî ji aliyê dewletê ve bi rengekî bi heybet weke hevxembûyîna bi jinan re birêveçû.

Niha 8’ê Adarê li gelek welatên cîhanê hemû salê bi rengekî bi heybet birêve diçe û wek roja nerazîbûna giştî li hemberî bindestî û şîdeta li ser jinan, her wiha rêzgirtina ji bo wan kesên ku ji bo baştirkirina rewşa jinan agirê vê xebate pêxistine ye.

Destkeftên 20 salên derbasbûyî û pêşveçûna ji bo garantîkirina wekheviya her alî ya ji bo dana qebûlkirina mafên seretayî û mirovî yên jinan kêm nînin. Li gelek welatên cîhanê mafê dengdanê û tevlîbûna proseya hilbijartin û tevlîbûna kar û xebatên siyasî û civakî bi fermî hatin nasîn.”

Şîrîn Ebdulah di dawiyê de bal kişande ser rewşa nihayî ya jinan û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Sê par ji çar parên kesên ne xwandinî yê cîhanê jin in. Jin û zarok mezintirîn qurbanî û awareyên şerin. Destnîşankirina cil û berg ji bo jinan, hîcaba (xwepêçan) bi darê zorê, qaçax û kirîn û firotina jinan, destdirêjiya zayendî û fîzîkî, şîdet û terora di bin navê namûs, rumet û hwd, mînakên eşker yên bindestiyê ne ku rojane wek diyardeyekî normal li dijî jinan birêve diçe.”

Di dawiya semînarê de beşdaran nêrînên xwe anîn ziman û derbarê Roja Cîhanî ya Jinan nîqaş kirin.