'Ez Kurd im, lewma neçar im tevlî çalakiyan bibim'

Nûran Aba ku di çalakiyên tevgera siyasî ya Kurd de timî li refên pêş e, destnîşan kir ku ji ber têkoşîna rûmetê ya Kurdan, ew li refên herî pêş ên çalakiyan cih digire.

Jinên Kurd li Kurdistanê bi dehan sal in hem li dijî sîstema feodal hem jî li hemberî êrşên dewleta Tirk li ber xwe diidn. Jin li gel şerê ji bo nasnameya neteweyî, her wiha ji bo nasnameya zayendî jî têdikoşin. Yek ji van jinan jî Nûran Aba (75) e. Aba ji navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ye. Di 7 saliya xwe de dayika xwe ji dest da. Di 15 saliya xwe de bavê xwe ji dest da. Ji ber vê yekê tevî 3 xwişk-birayên xwe neçar man ku xwe li malbatên cîran bigirin.

Nûran Aba xwişka duyemîn bû. Piştî ku bavê wan jiyana xwe ji dest da, hîn di temenê zarokatiyê de hate zewicandin. 4 zarok jê re çêbûn û piştî bi salan hevserê wê bi dizî bi jineke din re dizewice. Yekane birayê wê Hecî jî tevlî nava refên PKK'ê dibe û piştî bi salan şehîd dibe. Ji Dêrikê koçî Amedê dike û zarokên xwe li vir mezin dike. Aba ji bo karibe zarokên xwe xwedî bike diçe paqijiya malan, bi temê re Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas dike û dibêje, 'ez azad bûm'.

Aba êdî cihê xwe di refên herî pêş ên her çalakiyan de digire.

'DI 15 SALIYA XWE DE HATIM ZEWICANDIN'

Aba qala çîroka jiyana xwe kir û got, "Piştî ku bavê min jî jiyana xwe ji dest da, em bi temamî bêxwedî man." Aba diyar kir ku piştre ew ji bo çend mehan vexwendin mala xizmên kesê piştre bi zorê pê re bê zewicandin.

Aba anî ziman ku piştî vê vexwendinê jiyana wê bi temamî hate guhertin, îradeya wê tune hate hesibandin û got, "Ez bi zorê bi zarokê xwe dan zewicandin. Wî emrî zewac nedihat bîra min. Tevî ku min got 'Na, ez nazewicim' jî wan dawet çêkirin. Birayê min ê 7 salî û xwişkên min jî di destê wê malbatê de bûn. Hem jiyana min a beriya zewacê hem jî ya piştî zewacê li min bû jehr. Tiştekî me nema. Me her tiştên xwe ji dest dan. Bi kurtasî me azadiya xwe ji dest dan. Neheqiya li nava malê li me dihate kirin min ji hevserê xwe re digot jî, ne xema wî bû. Lê belê ji bo zarokên xwe ez bêdeng dimam. Ji xwe min mal biterikanda jî cihekî ku ez biçim tune bû."

ŞEHADETA BIRAYÊ WÊ

Aba ragihand ku birayê wê piştî ku PKK'ê li Amedê dest bi rêxistinbûnê kir, li nava bajêr dest bi kar kir û axaftina xwe wiha dewam kir, "Birayê min ji ber ku nivîs li ser dîwarên Amedê dinivîsand hate girtin. Hewl dan wî bikujin. Ew avêtin morgê jî, lê belê piştî ku fêhm kirin sax e, ew tedawî kirin û xistin girtîgehê. Piştî ku 2 salan li girtîgehê ma hate berdan. Dûre tevlî nava PKK'ê bû. Piştî ku 20 salan li çiyê ma şehîd bû. Beriya 20 salan şehîd kirin."

'HEM LI MIN DAN HEM JÎ JI MALÊ AVÊTIN'

Aba ragihand ku hevserê wê li Amedê bi jineke din re zewicî, dawet çêkir û haya wê piştre ji vê yekê çêbû. Aba got, "Tevî ku 4 zarokên me hebûn hevserê min xwedî li me derneket. Dema ku ji min re gotin ku ew zewicî ye, bivê nevê bi zora min çû. Min jî got, madem ew zewiciye ez ê jî bizewicim. Li ser vê yekê hevserê min li min da. Timî li min dida. Di dawiyê de jî ez ji malê avêt. Em neçar man li Amedê bi cih bibin. Ez jî li vir çûm paqijiya malan û bi vî rengî min dest bi kar kir. Ji ber ku neçar bûm li zarokên xwe binerim, em di xaniyê kirê de bûn. Ewqasî zêde dixebitîm ku carna dem tune bûm serê xwe jî rakim."

'NEÇAR IM KU BIÇIM NEWROZÊ JÎ BIÇIM ÇALAKIYAN JÎ'

Aba destnîşan kir ku ew her tim dilsozê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ye û bi taybetî piştî ku li Amedê bi cih bû cihê xwe di nava refên herî pêş ên çalakiyan de girt. Aba got, "Sedema sereke ya cihgirtina min li refên herî pêş ên çalakiyan, têkoşîna bi rûmet a Kurdan e. Keda ciwanên me yên li çiyê û zindanan e. Di çalakiyan de polîs me tehrîk dikin. Lê belê weke cangefedaya doza Kurdîtiyê ez ê timî tevlî çalakiyan bibim. Ez Kurdek im, lewma neçar im tevlî Newrozan û çalakiyan hemûyan bibim. Çi dikin bila bikin ez ê ti carî dest ji vê yekê bernedim."

'DIVÊ KURD BIBIN YEK'

Aba diyar kir ku Kurd bi yekîtiyê dikarin heq ji pêvajoyên zor û zehmet derkevin û bi ser bikevin. Aba got, "Eger Kurd xiyanetê li hev nekin, eger bibin yek, hingî em ê pêvajoyên nebaş li pey xwe bihêlin. Lê belê pirsgirêka me ya yekîtiyê heye. Divê Kurd sîxuriyê ji nava xwe biavêjin. Ji ber ku ev doz doza Kurdan hemûyan e. Lewma divê Kurd namûsa xwe bi malên dinyayê nedin."