Jin ji bo 8’ê Adarê civiyan

Jinên ku endamên sendîka û rêxistinên pîşeyî ne, diyar kirin ku li her qadê têkoşîna li dijî pergala mêrserwer didome û daxwazên xwe eşkere kirin.

Komîsyona Jinan a DÎSK’ê, Meclîsa Jinan  KESK’ê, Koma Jinan a TMMOB’ê û Şaxa Hekîmtî û Tendirustiya Jinan a TTB’ê derbarê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Endama Konseya Navendî ya TTB’ê Denîz Erdogdû diyar kir ku têkoşîna li dijî pergala mêrserwer li her qadê didome.

Erdogdû bal kişand ser vî tiştî ku desthilatdarî li hemberî pirsgirêkên di jiyana xebat û civakê de ji dêvila ku polîtîkayên civakî ava bike, naxwaze jinan bibîne.  Erdogdû got ku “Li ku dera dinyayê dibe bila bibe 8’ê Adarê bûye têkoşîna jinan. “

DAXWAZÊN JINAN

Erdogdû daxwazên jinan bi kurtasî wisa diyar kir:

“Divê polîtîkayên îstîxdama jinan têkeve meriyetê. Divê şertên xebatê yên ewle û baş were avakirin.

Jin dema regl dibin divê du rojan karibin destûra bi heq werbigirin.

Di mekanîzmayên raye û biryarê de divê temsîliyeta wekî hev were kirin. Divê pergala perwerdehiyê ya 4+4+4 ya ku jinan ji perwerdehî û jiyanê dûr dixe, were betalkirin.

Di 8’ê Adarê de divê destûra bi heq a jinan hebe.

Divê Peymana Stenbolê û qanûna 6284 were pêkanîn.

Divê aşîya Covîd-19’ê bi lez were kirin.”