Kampanya 100 hezar îmzeyî dewam dike

Kampanya "100 sedem û 100 hezar îmze ji bo darizandina dîktator" ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê di 25'ê Mijdara 2020'î dest pê kir, li Swîsreyê ber bi encamê ve diçe.

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Baselê Lava Alarabo diyar kir ku ji sedî 80 ê îmzeyên wan heta niha kom kirine îmzeyên Swîsreyiyan e û anî ziman ku kampanya wan a îmzeyan a li Baselê wê heta 8'ê Adarê dewam bike.

hevseroka CDK-Basel û aktîvîsta Meclîsa Jinê ya Ronahî Lava Alarabo ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku ji 25'ê Mijdarê û vir ve ew li gel rêxistinên jin ên Swîsreyî karekî kolektîf dimeşînin û ji niha ve gihîştine armanca ku danîn pêşiya xwe.

Alarabo ragihand ku bi helwesteke fedakar û bi sebir, aktîvîstên wan sedemên ji bo darizandina Erdogan vedibêjin, bi vî rengî yek bi yek îmzeyan kom dikin û got, "Ji bo teşhîrkirina dîktatoriya Erdogan li nava qada raya giştî ya navneteweyî, dikarim bêjim ku li Baselê em gihîştine armanca xwe. Ji sedî 80 ê îmzeyên me kom kirine yên Swîsreyiyan e."

Hevserok Lava Alarabo destnîşan ikr ku wê kampanya îmzeyan a li Baselê heta 8'ê Adarê bi heman daxwaz û biryardariyê dewam bikin.