Li Minbic, Tebqa û Amûdê çalakiyên 8’ê Adarê

Li bajar Minbic, Tebqa û Amûdê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê bi çalakiyên cihê hatin pîrozkirin.

Li bajarên cihê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê bi çalakiyên cihê hatin pîrozkirin.

MINBIC

Komîteya amadekar a çalakiyên 8`ê Adarê ya Minbicê û gundewarên wê serdana Meclîsa Leşkerî, Mala Birîndarên Şer, Komîteya Xweparastinê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê kir û 8`ê Adarê li wan pîroz kir û xelatek diyarî her saziyekê kirin.

Her wiha li ser dîwarên bajêr nivîsên “Jin welat e û hêjayî hezkirin û rêzgirtinê ye, jina azad nûnertiya hemû civakê dike, şoreşa ku jin ne di nav de bin ne pêkan e bi ser bikeve” nivîsîn.

TEBQA

Bi heman armancê, Rêveberiya Jinan a Tebqayê bi dirûşma “Rêwîtiya Hind û Seîda rêwîtiya me ye, soza wan soza me ye” meşek bi rêxistin kir. Bi sedan şêniyên bajêr û gundewarên wê tev li meşê bûn.

Beriya ku meş destpê bike, daxuyaniyek ji raya giştî re hate parvekirin. Meşê ji pêşiya navenda Rêveberiya Jinan a Tebqayê dest pê kir. Meşvanan alên YPJ`ê hatin hildan û dirûşmên silavkirina têkoşîna jinan hatin berzkirin. Meşê heta Çerxerêya Meyselûn dewam kir.

AMÛDÊ

Kongreya Star a navçeya Amûdê bi boneya 8`ê Adarê û amadebûna jinên saziyên civaka sivîl li pêşiya Navenda Ciwanên Şoreşger a navçeya Amûdê daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi dirûşma "Tekoşîna me misogeriya şoreşa jinan e" hate dayîn û ji aliyê hevseroka meclisa navçeya Topiz Medya Sedo ve hate xwendin. Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

"Sedsala 21`an wek sedsala şoreşên jinan e, ji ber vê yekê di serî de li ser jin û zarok civaka me qirkirinê ferz dikin.

Beriya mehekê li Şedadê hevalên me Seîda Feysel û Hind Letîf  ji ber dev ji evîna azadiya jinan bernedan, bi awayekî hovane hatin qetlikirin, li ser erdên Sûriyê ku erdenîgariya şoreşa jinan ye. Em her du hevalên xwe, Seîda û Hind, Leyla Agirî û şehîdên Helincê û şehîdên Til Rifetê bi bîr tînin.

Sala 2021`an dê wek saleke têkoşîn û azadiyê ya bêhempa di têkoşîna azadiya jinê de cih bigire, em ê şer, qetilkirin jinê, fihûş, sîxurtî, bêkarî û zilma ku li erdengîgariya me tê ferzkirin bi têkoşîna ku em di her qadên jiyanê de xurt dikin, rawestînin.

8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz be, em hemû jinên ku vê hêza têkoşîna dane me bi rûmet bibîr tînin. Her wiha em hemû jinên ku ji bo jiyaneke azad, wekhev û bi edalet û aştî tê dikoşin, silav dikin."

Piştî xwendina daxuyaniyê jinan berê xwe da gundê Jinwarê da ku şahiyekê li dar bixin.