Meha Sibatê herî kêm 24 jin hatin kuştin

Li gorî nûçeyên di nava meha Sibatê de hatin weşandin, herî kêm 24 jin ji aliyê xizmên xwe ve hatin kuştin.

Li gorî danayên JINNEWS’ê berhev kirin, meha Sibatê 24 jin ji aliyê xizim û nasên xwe ve hatin qetilkirin, 5 jin bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest dan û bersûcê jinekê jî, nehat dîtin.

Di heman demê de, 4 jin ji aliyê zilaman ve bi giranî hatin birîndarkirin û 16 jin jî, bi tundî û tacîzê re rûbirû man. 2 zarok hatin qetilkirin, tundî li 5 zarok hate kirin, 2 zarok jî bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest dan û destdirêjî li zarokek hate kirin.

Li aliyê din, dadger û dozgeran, di meha Sibatê de, cezayê 5 bersûcên jinan bi hinceta “Rewşa baş” kêm kirin.