Li Amedê çalakiyên 8’ê Adarê hate destpêkirin
Li Amedê gelek jinan dest bi çalakiyên ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kirin. Ligel ku polîsan asteng kir jî jinan çalakî domandin.
Li Amedê gelek jinan dest bi çalakiyên ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kirin. Ligel ku polîsan asteng kir jî jinan çalakî domandin.
Platfroma Jinan a Dîcle Amedê (DAKP) li Parka Xezalê ya Amedê dest bi çalakiyên ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kirin. Jinan cilên neteweyî li xwe kirin û bi tilîliyan hatin parkê. Polîsan jin asteng kirin. Polîsan peyva ‘tecrîd’a di pankarta ‘Li dijî qirkirina jinan em jiyanê, li dijî tecrîdê jî azadiyê diparêzin’ kir hincet. Jinan diyar kirin ku tecrîd heye, ew hiqûqa polîsan nas nakin. Jinan bi tilîlî û çepikan ev rewş protesto kirin.
Li ser navê DAKP’ê endama Egîtîm-Senê Songulcan Şîmşek diyar kir ku di dema AKP’ê de cînayetên li ser jinan ji sedî 400’î zêde bûye û got “Armanca qirkirina li ser jinan ev e ku tevgerên têkoşînê werin qelskirin, jinan li hemberî hejarî, bêkarî, tacîz û tecawizê neçar bihêlin. Ji ber vê jî pergala baviksalar jinên çalakger û têkoşer ji xwe re dike hedef. Divê were zanîn ku wekî desthilatdariyên din wê dawiya desthilatdariya mêran jî were.”
‘LI HEMBERÎ TECRÎDÊ AZADÎ’
Şîmşek diyar kir ku rejîma AKP û MHP’ê dijminatiya demokrasiyê dike û got, “Desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê dijminatiya têkoşîna jian, xweza, kedkar, jinên Kurd û gelan dike. Ev ji ber tirsa nava wan e. Girtina Leyla Guven û Ayşe Gokkan ji ber vê tirsê ye. Wê jin destûrê nedin vê tirsa ku te avakirin. Li hemberî qirkirina li ser jinan em ê jiyanê, li hemberî tecrîdê jî em ê azadiyê biparêzin.”
Jin piştre meşiyan şaxa PTT’ê ya li Ofîsê û nameyên hevgirtinê ji jinên girtî re şandin.