Çalakiyên 8’ê Adarê li Kurdistanê destpê kirin

Bi pêşengtiya TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê çalakî hatin kirin.

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP’ê di çarçoveya şahî û çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li gelek bajaran çalakî û şahî li dar xistin.

Meclîsên Jinan ên Kongreya Demorkatîk a Gelan (HDK) li Navenda xwe ya Giştî daxuyanî dan çapemeniyê. Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû û Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de banga çalakî û şahiyên di çarçoveya 8’ê Adarê de wê di 6’ê adarê de li Kadikoyê û di 8’ê Adarê de li Taksîmê li dar bixin hat kirin.

Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû anî ziman ku îqtidar jinan wek tehdît dibîne û ev îqtidar gav bi gav ji jinan û têkoşîna wan ditirse.

Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum jî destnîşan kir ku îqtidar jî siyaseta dijminatiya jinan dike û li dijî her cûre zextên li ser jinan, êriş û tundiyê têkoşîna xwe didomînin û wê dest ji têkoşîna xwe bernedin.

Platforma Jinan a 8’ê Adarê jî bi wesîleya 8’ê Adarê li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê daxuyanî da û bang li tevahiya jinan kir ku beşdarî hevdîtina jinan a di 6’ê Adarê de li Kadikoyê were lidarxistin bibin.

AGIRÎ

Meclîsa Jinan a HDP’a Agiriyê jî li navçeya Panosê şahî li dar xist. Şahî li Navenda Çandê ya Şaredariyê pêk hat û Hevşaredar Muşerref Geçer û gelek jin beşdarî şahiyê bûn. Beriya bernameyê jinan govend gerand û pişt re jî li sînevziyonê temaşe kirin. Hevşaredar Muşerref Geçer axivî û ew ê her cûre piştgiriyê bidin têkoşîna jinan. Piştî bernameyê hevşaredar qerenfîl û diyarî li jinan belav kir.

 EDENE

Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Edeneyê û aktîvîstên TJA’yê li navçeya Ceyhana Edeneyê şahî li dar xistin. Şahî li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Ceyhanê pêk hat û Parlamentera HDP’ê Tulay Hatimogûllari û gelek jin beşdar bûn. Hatimogûllari axivî û bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinan û ew ê bi piştevaniyê û rêxistinkirinê têkoşîna jinan mezin bikin û jin li her qadê bi tundiyê re rûbirû dimînin û ev tundî û êriş di serdema AKP’ê de zêdetir bûye.

Hatimogûllari bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan li dijî tecrîdê û binpêkirinên mafan hatiye destpêkirin û xwest demildest daxwaza girtiyan bi cih were û tecrîd were bidawîkirin.

Şahî li ber stranên Koma Ş. Azadî û gerandina govendê bi dawî bû.

MÊRDÎN

Berdevka HDP Ebrû Gunay, Meclîsa Dayikên Aşitiyê û aktîvîstên TJA'yê û Meclîsa Jinan a HDP’a Mêrdînê çûn gundê Xûrsê ya girêdayî navçeya Qosera Mêdînê û li dijî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan û li ser hemû girtyan li çalakiya qerenfîlan biavêjin çem li dar xistin avêtin çem. Piştî bernameyê li jinan qerenfîl hatin belavkirin û serdana esnafan hat kirin.

Gunay destnîşan kir ku ew di roja jinan de nikarin van qerenfîlan diyarî hevrêyên xwe yên di girtîgehan de bikin û ji bo azadiya wan li ber avê diherikînin. Jinan piştî axaftinê bi berzkirina dirûşmeya "Jin jiyan azadî” qerenfîlên destên xwe avêtin Çemê Xûrsê.

 Jin ji Xûrsê derbasî navenda Qoserê bûn û li vir jî serdana esnafan kirin û qerenfîl li jinan belav kirin.

AMED

Aktîvîstên TJA’yê û endamên Meclîsa Jinan a HDP’a Amedê li ser Pira Dehderî ya dîrokî şahiya firandina nepoxan li dar xistin. Parlamenterên HDP’ê Semra Guzel û Remziye Tosûn û gelek jin beşdarî şahiyê bûn. Balkêş bû ku beriya şahiyê polîsan Pira Dehderî dorpêç kirin. Rêvebera Rêxistina HDP’a Sûrê Makbûle Guner di şahiyê de axivî û got: “Em van nepoxan li dijî tundiya li ser jinan difirînin. Em hêvîdarin wê tundî jî wek van nepoxan bifire û biçe.”

Piştre jinan lîland û nepoxên mor û spî firandin esman. Şahî bi berzkirina dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

RIHA

Li Rihayê jî ji bo piştgirîkirina jinên girtî qert hatin şandin. Jinên ku li avahiya Rêxistina HDP’ê ya bajar hatin ba hev, qertên amade kirin, bi kargoyê ji bo girtîgehan şandin.