Jinan guh nedan astengiya polîsan: Em ê dakevin qadan
Jinan xwestin li Bakirkoyê çalakiyekê li dar bixin, lê belê polîs li pêşiya wan bûn asteng. Jinan gotin, "8'ê Adarê em ê tevî hezaran kesî dakevin qadan."
Jinan xwestin li Bakirkoyê çalakiyekê li dar bixin, lê belê polîs li pêşiya wan bûn asteng. Jinan gotin, "8'ê Adarê em ê tevî hezaran kesî dakevin qadan."
Meclîsa Jinê ya Stenbolê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya kampanya "Destpêkê edalet" de xwest li qada Cûmhûriyetê ya Bakirkoyê daxuyaniyê bide çapemeniyê, lê belê ji aliyê polîsan ve hate astengkirin.
Polîsan dor li jinan girtin ku Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum û Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bûlût jî di nav de bûn.
Jinan jî nerazîbûn nîşandan û ev pirs kirin: "Gelo li kongreyên AKP'ê pandemî nîne, lê ji jinan re heye?"
Jinan diyar kirin ku desthilatdariya AKP-MHP'ê êrişî 8'ê Adarê dike û gotin, "Tevî bi hezaran kesî em ê qadan dagirin. Têkoşîna me wê dewam bike."