Li dijî dîktator 96 hezar îmze hatin komkirin

Bi çarçoweya kampanyaya ''Ji bo darizandina dîktatator 100 sedem'' a TJK-E'yê 96 hezar îmze hatine komkirin.

Aktivîsta TJK-E'yê Besîme Konca diyar kir gelek sazî û tevgerên navnetewî yê jinan, kesên navdar îmze xwe dane kampanyayê, li 15 welatan ji 50'î zêdetir saziyên navnetewî yên jinan ku bi sed hezaran endamên wan hene û şexsiyet, siyasetmedar piştevaniya kampanyayê dikin. Konca diyar kir yek ji hedefa kampanyayê jî geşkirina têkoşîna jinan e, pêşengî li têkoşîna civakî bike û got, ''Piştî 8'ê Adarê kampanyaya me wê bi rengê têkoşîna hiqûqî derkeve pêş, çalakiyên wiha bike ku saziyên navnetewî bi rastiya xwe re hevrû bibin.''

Aktivîsa Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) Besîme Konca bal kişande ser geşbûna têkoşîna jinan, diyar kir, ''Ji bo pêşî li berxwedan û têkoşîna jinan a ku bûyî civakî bigirin polîtîkayeke êrîşê ya bi asteke zêde ya madî, manewî, fizîkî, çandî û exlaqî tînin, her cure tundiya liş ser jinan rewa dikin û normal dikin. Vê, bi rengekî herî aşkere û giran rejîma faşîst a AKP-MHP-Ergenekon dike. Rejîm di serî de li ser jinên Kurd û jinên di têkoşîna azadiyê de pêşeng, polîtîkaya qirkirinê dike. Em tevgera jinên Kurd bi van kampanyayan dibêjin em van polîtîkayên qirkirinê yên li ser jinan qebûl nakin û em ê qebûl nekin.''

 Konca li ser girîngî û armanca tevgera jinên Kurd got, ''Girîng e ku Tevgera Jinên Kurd, têkoşîna jinan a 2021'an, perspektîfa polîtîk û çalakiyê ya berxwedanê bi dirûşma, ''Li dijî qirkirina jinan em jina azad û civaka azad biparêzin'' berbiçav kiriye û têkoşîn daye destpêkirin. TJK-E'yê beriya niha jî li dijî tundiya li ser jinê û qirkirina jinê kampanya rê ve bir. Armanca her kampanyayê geşkirina têkoşîna jinan, xurtkirina piştevaniya jinan, hesabpirsîna ji kesên ku li dijî jinan sûc dike û li nav civakê hahjêçêbîunê û guherînê ava bike.  Çalakî, mîtîng, meş, panêl, semîner, civîn, bernameyên TV'yan, çalakiyên medyaya sosyal li nav civakê hayjêçêbûnekê çêdike.''

Konca têkilî kampanyaya, ''Ji bo darizandina dîktator 100 sedem û 100 hezar îmze'' got, parçeyek ji kampanayayên beriya niha ye û gaveke pratîk e ku têkoşînê hilde asteke rajortir. Konca got, ''Rejîma Erdogan- Bahçelî ya dijminê jinan, qirkrina jinan bi rengekî lê rawestiyayî û aşkere didomînin. Bi salan e li ser jinên Kurd û gelê Kurd sûcê mirovahiyê dikin û di hiqûqa navnetewî de bersiveke vî sûcî heye. Hiqûqa li Tirkiyê ne bi rengekî wiha ye ku ti sûcê rêveberan darizîne, komkujan diparêze û xelat dike. Piştî sûcê mirovahiyê yên ku hatine kirin û piştî komkujiyan nîşandana helwestê, protestokirin, hêrsbûn, xemgînbûn, bangên ji bo rawestandinê têrê nake ku qirkirina jinan rawestîne. Rejîma li Kurdistanê û Tirkiyê gelek sûcên mirovahiyê kirine ku divê bêne darizandin. Kampanyaya, ''100 sedem 100 hezar îmze'' ji bo wê ye ku dîktator Erdogan li dadgehên navnetewî û li platformên navnetewî were teşhîrkirin û darizandin. Bi vê kampanayê em her wiha hewl didin ku peywir û berpirsyariya Neteweyên Yekbûyî, Dîwana Dadê ya Navnetewî ya Laheyê, Konseya Ewropayê, Yekîtiya Ewroapyê bi bîr bixin ku li bara sûcên Tirkiyê bêdeng in û her wiha bi vê kampanyayê em hewl didin, bikin ku ev sazî tevbigerin.''

Konca bi berdewamî got, ''Di şertên hêla virûsa koronayê de ku danûstandina mirovan kêm bûye komkirina 100 hezar îmzeyî ne hêsan e. Lê em jin ji bo ku vê pêk bînin xwedî biryar in, keda vê didin û hewl didin.  Îmze hem li ser malpera onlîne, hem li standên enformasyonê ku hatine danîn, hem bi danûstandina yek bi yek, bi vegotina armancê têne berhevkirin. 96 hezar îmze hatine komkirin. Bi danûstandinên yekeyek komkirina îmzeyan girîng e. Ji bo ku mirov hîs bike bê ka mirov çi dike, ramanê par ve bike, her wiha ji bo têkoşîna hevpar a li dijî neqencihê jî rêbazek e. Li 15 wealtan ji 50'î zêdetir sazî û dezgehên jinan ên navnetewî, kesên naskirî, siyasetmedar bi daxuyaniyan piştgirî didin kampanyaya me.

Geşkirina têkoşîna jinan, pêşengiya li têkoşîna civaka demokratîk, hedefeke dî ya kampanyayê ye. Piştî 8'ê Adarê kampanyaya me wê bi rengekî ku têkoşîna hiqûqî derkeve pêş, bi rengekî ku saziyên navnetewî bi rastiya xwe re rû bi rû dimîne, bi pêngava çalakiyan wê bidome.''