Jinên Hesekî banga parastina şoreşê kirin

Jinên Hesekî ji bo Hevseroka bajaroka Meclîsa Til Şeyir a Şedadê Sade Feysel El Hermas û alîkara wê Hindê Letîf El Xidar daketin qadan û banga parastina şoreşa jinê kirin.

Meş bi tevlîbûna sedan jinan a ji navçeyê diruşmeya "Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinan e" ji pêşiya Şaredariya Gel a Navçeya Şedadê ber bi Qada Cibisayê ve destpê kir. Şêniyên wêneyên şehîd Seida El-Hermas û Hind El-Xidêr hilda bûn û diruşmeyên silavkirina berxwedana jinên têkoşer berz kiribûn.

Li Qada Cibisa deqeyeke rêz hate girtin. Piştre endama Koordînasyona Jinan a Kotona Hesekê Şukriya Mihemed axivî û ser berxwedana şehîd Seida û Hindê got: "Her du şehîdan rêya azadî û têkoşînê ji hemû jinên cîhanê re xêz kir."

Şukiriya Mihemed da zanîn ku planên terorî yên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û hin dewletên din ve têne birêvebirin, jin ji domandina xeta berxwedan û têkoşînê paşde venagerîne.

Piştre hevseroka Meclîsa Kantona Hesekê Semer El-Abdullah jî axivî û got, şehîd Seida û Hind şehîdên têkoşîna jinan, biratiya gelan û neteweya demokratîk in û wiha domand: "Her du şehîdan ji bo me sembol in û ji dijmin û terorîstan re şerm e, dîrok tu carî wan ji bîr nake û wê têkoşîna wan a ji bo azadiyê qeyd bike."

Hevseroka Meclîsa Kantona Hesekê Semer El-Abdullah 6'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got: " Ev roj ji bo teqdîrkrina keda jinan hatiye ragihandin, di vê rojê jin daketin qadan û banga mafê xwe kirin."

Semer El-Abdullah sûcê ku çeteyên DAÎŞ'ê li dijî herdu jinên têkoşer pêk anîne, şermezar kir û got: "Ev sûc israra me ya domandina xeta têkoşînê ta pêkanîna azadiyê lawaz nake."

Piştî axaftinan, Koma Şano ya Kevana Zêrîn şanoyeke li ser tundiya li ser jinan û têkoşîna jinan li hemberî fikir û zihniyetên paşverû pêşkêş kir.