JIN
Hemû Nûçe
-
Newaya Jin: Cotmeh meheke berxwedêr e
Hejmara 235'an a rojnameya jinê Newaya Jin bi manşeta 'Bi tezên azadiyê ber bi asoyên nû ve' hate weşandin. -
Hate qedexekirin ku Zeynep Celaliyan malbata xwe bibîne
Girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan ku 17 sal in li Îranê girtî ye, lê hate qedexekirin ku malbata xwe bibîne. -
Jin li dijî tecrîda Îmraliyê meşiyan
Jinên li Kantona Firatê li dijî pergala tecrîda Îmraliyê meşiyan û wiha gotin, “Em jin bi saya Rêber Apo xwe nas kir. Em ê Rêbertiya xwe bi awayekî fîzîkî azad bikin û di nav xwe de bibînin.” -
Li Tehranê jin a ku îdam şermezar kir, hevdîtin lê hate qedexekirin
Mamoste û aktîvîst Anîşa Eshedûllahî ku li Girtîgeha Evînê ya Tehranê tê ragirtin, bi hinceta ku darvekirin şermezar kiriye 3 mehan hevdîtina bi malbatê re lê hatiye qedexekirin. -
Însiyatîfa Navneteweyî ya Edalet ji bo Nagîhan Akarsel bang kir
Însiyatîfê, diyar kir ku tevî gelek delîl hene ku Nagîhan Akarsel bi organîzasyona rayedarên dewleta Tirk hatiye qetilkirin jî kujerên rastî nayê darizandin û nerazîbûn nîşan da. -
TJA: Ji bo şikandina tecrîdê em ê 13’ê Cotmehê li qadan bin!
Aktîvîstên TJA'yê yên li Amedê hatin ba hev, ji bo "Mîtînga Azadiyê" ya 13'ê Cotmehê banga “Ji bo şikandina tecrîdê biçin Qada Îstasyonê" kirin. -
Li Stenbolê şahiya jinan: Xweparastina me xwerêxistinkirin e
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû di şaahiya jinan a li Stenbolê de axivî û bal kişand ser girîngiya yekîtî û hevgirtinê ya li dijî polîtîkayên şer ên desthilatdariyê û got, "Xweparastina me xwerêxistinkirin e." -
Konferansa Jineolojiyê: Wezîfeya me ye ku nêrînên Rêber Apo li cîhanê belav bikin
Di encamnameya Konferansa Akademiya Jineolojiyê de hate gotin, "Konferansa me ji xwe re weke wezîfeya esasî dibîne ku nêrînên Rêber Apo bigihîne hemû jinên cîhanê û azadiya wî ya fîzîkî misoger bike." -
Konferansa Akademiya Jineolojiyê: Zanatiya Jinan bi Jineolojiyê Nûjen dibe
Konferansa 2'yemîn a Akademiya Jineolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma 'Zanatiya Jinan bi Jineolojiyê Nûjen dibe' hate lidarxistin. -
Rojnamevan Pexşan Ezîzî rakirin nexweşxaneyê
Rojnamevan Peşxan Ezîzî ya ku li Îranê cezaya darvekirinê lê hatiye birîn û li Girtîgeha Evîn tê dîlgirtin rakirin nexweşxaneyê. -
Projeya herî mezin parastina jinên Suryan e
Endama Yekîtiya Jinên Suryan Îlham Matle da zanîn ku jinên Suryan dikarin cihê xwe di nava hemû qadên civakê de bigire got: ‘’Em dixwazin ku projeyên xwe zêde bikin û bi taybet jî projeyên parastina jinan.’’ -
Nergîs Muhammedî bang li NY’ê kir
Xelatgira Xelata Aştiyê ya Nobelê Nergîs Muhammedî ku a niha li Tehranê girtî ye, ji Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî re (NY) nameyek şand û di nameya xwe de bang li NY’ê kir ku li hemberî zextên li Îranê bi awayekî lez tevbigere. -
Kongra Star bang li Konseya Ewropayê kir
Meclîsa Kongra Star nerazîbûn nîşanî biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û diyar kir ku temaşekirina li tecrîdê tê wateya erêkirina tecrîdê. -
ROJIN: Ne rojnamevanan sûcdaran bidarizînin
Yekîtiya Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê (ROJIN) serdegirtina polîsan a bi ser mala rojnamevan Rabîa Onver şermezar kir û got, “Rabîa ku ku îmze avêt nûçegihantiyeke wêrek ne bi tenê ye, ne rojnamevanan sûcdaran bidarizînin.” -
Li Îranê di navbera meha Tebax û Îlonê de 16 jin û 5 zarok hatin qetilkirin
Li Îranê di navbera meha Tebax û Îlonê de 16 jin û 5 zarok hatin qetilkirin. Her wiha 11 jin û 7 zarok jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. -
Li Îranê girtiyên jin dest bi greva birçîbûnê dikin
Li Girtîgeha Evîn a Tehranê 48 girtiyên siyasî yên jin li dijî cezayên darvekirinê dest bi greva birçîbûnê dikin. -
Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê li dijî tecrîdê têkoşînek civakî bê kirin
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di gotûbêja pirtûka “Komxebeta Di Girtîgehê De Jinbûn” axivî û got: “Divê li dijî tecrîda Îmraliyê têkoşînek civakî bê kirin.” -
Milîsên Jin ên Agir û Rojê li bazirganên narkotîkê xistin
Milîsên Jin ên Agir û Rojê li Geverê li bazirganên fûhûş û narkotîkê xistin. -
'Girîng e ku jin karên xwe nîşan bidin û pişta xwe bidin behremendiyên xwe'
Festîvala Payîzeyê ya Kelarê berdewam e û jinên beşdar têkildarî vê yekê diyar kirin ku girîng e ku jin pişta xwe bidin behremendiyên xwe. -
Pexşan Ezîzî nayê derman kirin
Hat diyarkirin ku Rojnamevan Pexşan Ezîzî li zindana Evînê ji ber pirsgirêkê serêşiyê daxwaza tedawî kiriye, lê daxwaza wê hatiye astengkirin. -
Li Endonezyayê nîqaşên li ser Jineolojiyê
Fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser Jineolojiyê li Endonezyayê bi çalakiyekê hate nîqaşkirin. -
Komxebata Jineolojiyê bi rûniştinên cuda dewam dike
Komxebata Kovara Jineolojiyê di roja duyemîn de bi rûniştinên bi sernavên “Li dijî êrîşên zayendperest feraseta xweparastina hevpar” û “Em ê rêbazên têkoşîna hevpar di teorî û pratîkê de çawa bi hev re birêsin?” dewam dike. -
Li Lozanê standa "Ji Abdullah Ocalan re Azadî" hat vekirin
Endama Meclisa Şaredariya Lozanê Sevgî Koyûncû serdana standa ku rastî eleqeyek mezin hat, kir û bang li CPT û saziyên navneteweyî kir ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd erka xwe pêk bînin. -
Komxebata Jineolojiyê: Em li dijî tundiyê têkoşînê bilind dikin
Derya Aydin di komxebata Jineolojiyê de wiha got: "Em rû bi rûyê gelek şêwazên cuda yên mêtingeriyê ne. Hemû destkeftiyên jinan di bin xeteriyê de ne.” -
Li Mêrdînê mirina bi guman a jineke ciwan a astengdara zihnî
Li navçeya Qoser a Mêrdînê jineke ciwan a bi navê Esra Bogurcu, bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest da.