Li Tehranê jin a ku îdam şermezar kir, hevdîtin lê hate qedexekirin

Mamoste û aktîvîst Anîşa Eshedûllahî ku li Girtîgeha Evînê ya Tehranê tê ragirtin, bi hinceta ku darvekirin şermezar kiriye 3 mehan hevdîtina bi malbatê re lê hatiye qedexekirin.

Ji ber ku dijî cezayê darvekirinê nerazîbûn nîşan da, desthilatdariya Îranê 3 meh cezayê qedexeya hevdîtina bi malbatê re, li girtiya jin Anîşa Eshedullahî birî.

Zextên desthilatdariya Îranê yên li ser girtiyên siyasî, welatî, çalakvan û jinan bê navber dewam dikin. Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê, cezayê 3 mehan li mamosta û çalakvan Anîşa Eshedullahî ya li girtîgeha Evînê hatiye birîn.

Hate gotin ku ji ber Anîşa Eshedullahî li dijî cezayê darvekirinê ya ji bo Pexşan Ezîz û Şerîfe Mihemedî nerazîbûn nîşan, ceza lê hatiye birîn.

Hêjayî gotinê ye beriya niha jî Anîşa Eshedullahî ji bo protestokirina darvekirina Reza Resaî, hevdîtina di meha Tebaxê ya bi telefonê red kiribû.

Di Nîsana 2023’yan de, Anîşa li mala çalakvanê sendîkaya mamostayan Mihemed Hebîbî, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hat girtin û ji bo girtîgeha Evînê hatibû veguhestin. Di 8’ê Gulana heman salê de bi kefalet hatibû berdan.

Herwiha piştre li şaxa 26. a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê bi serokatiya dadger Îman Efşarî bi sûcdariya “civîn û komplo” 5 sal û bi sûcdariya “propagandaya li dijî dewletê” 8 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.